Kurdek li Rûsyayê dibe Cîgirê Serokê Parlementoyê

Parlemetoya Krasnodar a Rûsyayê îro civiya û di civînê de desteya nû ya serokatiya Parlementoya Krasnodarê hat hilbijartin û Kurdek bû Cîgirê Serokê Parlementoyê.

Moskow (K24) – Parlemetoya Krasnodar a Rûsyayê îro civiya û di civînê de desteya nû ya serokatiya Parlementoya Krasnodarê hat hilbijartin û Kurdek bû Cîgirê Serokê Parlementoyê.

Zoroyê Rostem ku Kurdekî Êzidî ye û yek ji kadroyên diyar ê Partiya Yekgirtî ya Rûsyayê ye, weke Cîgirê Serokê Parlementoya Krasnodarê hat hilbijartin.

Ev hilbijartin piştî wê yekê tê ku di 13ê Îlona 2020an de Zoroyê Rostem cara sêyem weke endamê parlementoyê hat hilbijartin.

Krasnodar, yek ji parêzgehên mezin ên başûrê Rûsyayê ye. Li gor serjimêriya sala 2020an, hejmara nişteciyên wê, 932 hezar û 629 kes in û piraniya Kurdan li wî bajarî dijîn. Li gor serjimêriya sala 2010an, hejmara Kurdan li wî bajarî 10 hezar û 922 kes bûne, lê Kurdên li Krasnodar dibêjin; hejmara me zêdetirî 22 hezar e.

Zoroyê Rostem di sala 2010an de, bû namzetê Parlementoya Krasnodar û bi piraniya dengan, bû endamê parlementoyê. Cara duyem jî di sala 2015an de weke endamê parlementoyê hat hilbijartin. Cara sêyem jî, ku di 13ê Îlona 2020an de hilbijartin hat kirin, Zoroyê Rostem bi rêjeya %72.78 deng bi dest xistin û car din weke endamê parlementoyê hat hilbijartin. Îro 24ê Îlona 2020an jî, bû Cîgirê Serokê Parlementoyê.

Zoroyê Rostem di 14ê Cotmeha 1972yan de li gundê Heko yê Ermenistanê jidayîk bûye. Li ser zanistên aborî, bawernameya wî ya doktorayê heye. Yek ji kadroyên diyar ê Partiya Yekgirtî ya Rûsyayê ye, ku partiya fermanrewa ya Rûsyayê ye û endamê fraksiyona heman partiyê ye li Parlementoya Krasnodar.

Zoroyê Rostem, Cîgirê Serokê Parlementoya Krasnodarê
Zoroyê Rostem, Cîgirê Serokê Parlementoya Krasnodarê