Hereketa Azadî: Gelê Kurdistanê bi referandumê biryara xwe nîşanî cîhanê da

Hereketa Azadî bi boneya sêyemîn salvegera referanduma serxwebûnê ya Kurdistanê peyamek belav kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Hereketa Azadî bi boneya sêyemîn salvegera referanduma serxwebûnê ya Kurdistanê peyamek belav kir û ragihand: “Tevî hemî gef û êrîşan, xelkê Kurdistanê û îradeya Serok Mesûd Barzanî paşve gav neavêtin û ji bo hemî cîhanê biryara xwe nîşan dan û xwedî li biryara xwe derketin.”

Peyama Hereketa Azadî wiha ye:

Wekî tê zanîn xelkê Kurdistanê bi hezaran sal e di binê dagirkeriya dewletan de digel hemî êrîş û zordariyê çand û nasnameya xwe parastiye.

Xelkê Kurdistanê di nav vê pêvajoyê de bi sedan destanan qehramaniya xwe bi destê xwe nivîsand û serok û rêberên wek; Bedirxaniyan, Şêx Ûbeydullah, Sîmkoyê Şikakî, Şêx Seîd, Şêx Mehmûd Berzencî, Seyîd Riza, Qazî Muhemmed û Mele Mistefa Barzanî ji nav dilê xwe derxistiye û heta niha navê wan di dîroka Kurdistanê de bi tîpên zêrîn hatiye nivîsandin.

Xelkê Kurdistanê di vê pêvajoya dîrokî de ji bo bidestxistina azadiya xwe hemî cûreyên êş û elem dîtin û paşve gav neavêtine. Tevî nebûna derfetan gelek caran hewldan ku doza xwe ya rewa bigihînin asta navneteweyî.

Di vê dîroka xwe ya qehramaniyê de herî berbiçav li Mahabadê derketiyê holê, dûv re jî têkoşina ku li Başûrê Kurdistanê hatibû dayîn. Ev pêvajo di sala 1970an de digel Peymana Otonomiyê dest pê kir û di sala 1991ê de jî, bi derketina Federalîzma Fermî, rewşa xwe derxist holê. Di dawiyê de jî rûxandina Dîktatoriya Seddam rewşa nîv-dewletiyê derket holê.

Bi zelalbûna rewşa Başûr, ji bo bicihanîna daxwaz û bendewariyên xelkê Kurdistanê di 25ê Îlona sala 2017an de biryara Referandûmê hatîbû girtin. Li dijî biryara Referandûmê ku mafekî xwezayî û yasayî bû di serî de dewletên cîran û gelek dewletên cîhanê bertek nîşan dan. Tevî hemî gef û êrîşan, xelkê Kurdistanê û îradeya Serok Mesûd Barzanî paşve gav neavêtin û ji bo hemî cîhanê biryara xwe nîşan dan û xwedî li biryara xwe derketin.

Xelkê Kurdistanê digel ev pêşketina dîrokî, coş û kelecana xwe bilindtir û geştir kir û neyarên xwe jî ji binî ve hejandine. Baweriya me ew e ku; cîbicîbûna Referandûmê pir nêzîk e û encama Referandûmê di salên pêşiyê de dê zelaltir û ronaktir bibe. 

Em sipasiya xwe yê ji dil û can pêşkêşî ew kesên ku kêfxweşiya bê hempa ji me re bexşand di serî de Xelkê Kurdistanê û ji Serok Mesûd Barzanî re dikin û em dibêjin em di her hal û karê de digel wan in.

Logoya Hereketa Azadî
Logoya Hereketa Azadî