Serok Barzanî di 25ê Îlonê de îradeya serxwebûnê gihande lûtkeyê

Serok Mesûd Barzanî ji destpêka serhildana Şoreşa Îlonê ve jiyana Pêşmergetiyê hilbijartiye û her dem xwe weke pêşmergeyê rêya rizgarî û serxwebûnê dibîne.

Hewlêr (K24) – Serok Mesûd Barzanî ji destpêka serhildana Şoreşa Îlonê ve (11ê Îlona 1961ê) jiyana Pêşmergetiyê hilbijartiye û her dem xwe weke pêşmergeyê rêya rizgarî û serxwebûnê dibîne.

Serok Mesûd Barzanî û jiyana wî ya siyasî û têkoşînê ya dîrokî, dewama rêya wê têkoşîn û xebatê ye ku serkirdeyên karîzma yên Kurd, ji Şêx Ebduselamê Barzanî û Şêx Ehmedê Barzanî û Qazî Mihemed û Mistefa Barzaniyê rêberê netewî û rêberê Şoreşa Îlonê ya ji bo serxwebûna Kurdistanê girtibûn ber xwe.

Ew xebata rizgariyê girtiye ser milê xwe û tevî zêdetirî temenê xwe yê 70 salî, weke karîzmayekî netewî, banga serxwebûna Kurdistanê li guhê dinyayê da.

Serok Barzanî piştî ku hemû rêyên danûstandin û çareseriya siyasî ligel Bexdayê ceriband û desthilatdarên Bexdayê berdewam bûn di qutkirina budce û mûçe û zexta siyasî û dijayetîkirina xelkê Kurdistanê de, karta referandumê bilind kir û ragihand ku êdî dema wê yekê hatiye ku gelê Kurdistanê li ser çarenûsa xwe biryar bide.

Tevî astengî û berbestên hinek kom û destên neyar li navxwe û derve li dijî pêvajoya referandumê çêkirin, Serok Barzanî hestê serxwebûnxwaziya gelê Kurdistanê ji nav hemû takekesan derxiste ser sindoqa dengdanê û roja 25ê Îlona 2017an, %93yê gelê Kurdistanê bi "Belê bo serxwebûnê" deng dan û beşdarî pêvajoya dîrokî bûn, ku Serok Barzanî ji Şoreşa Îlonê ve ji bo wê, çek dabû ser milê xwe.

Ragihandina Ofîsa Mela Mistefa Barzanî vîdeoyek bi navê "Referanduma Serxwebûnê.. Rûmet û Şanazî" ji bo salvegera referanduma serxwebûnê belav kir.

Di vîdeoyê de behsa têkoşîna xelkê Kurdistanê û xebata Serok Barzanî bo gihiştina serxwebûna gelê Kurdistanê dike.

Îro Kurdistaniyên li Herêma Kurdistanê û welatên cîhanê, salvegera roja 25ê Îlona 2017an bi bîr tînin ku xelkê Kurdistanê beşdarî referanduma serxwebûnê bûn û %93 ji bo serxwebûna Kurdistanê gotin "Belê".