Yekem şehîdê referandumê xelkê Kerkûkê bû

Malbata şehîdê ewil ê referandumê xelkê Kerkûkê ye û niha li Hewlêrê dijîn.

Hewlêr (K24) – Malbata şehîdê ewil ê referandumê xelkê Kerkûkê ye û niha li Hewlêrê dijîn, behsa rojên bangeşeya referanduma serxwebûnê ya Kurdistanê û peyama Serok Barzanî ya wan rojan dikin.

Dilêr Ebdulqadir, birayê yekem şehîdê referandumê diyar dike ku piştî derbasbûna 3 sal di ser referandumê re û piştî 16ê Cotmehê û derkirina wan ji Kerkûkê, niha li ser rêbaza xwe bêtir rijd in û çirkeyek jî ji beşdariya referandumê poşman nebûne.

Dilêr sê sal in ji Kerkûk û keleha wê dûr e, bi dilekî sotî dîmenên wan rojên li Kerkûkê û birayê xwe yê şehîd temaşe dike.

Dilêr Ebdulqadir dibêje: “Ez ti car wê demê ji bîr nakim ku biryar hat dayîn Kerkûk weke bajarekî Kurdistanî beşdarî vê mijara neteweyî bibe.”

Şehîd Raîd Ebdulqadir di sala 1992an de jidayîk bûye. Roja destpêkirina bangeşeya referandumê li Kerkûkê, weke Pêşmergeyek li ser erkê xwe bû. Birayê wî dibêje "ewqas bi coş û kelecan bû piştî bihîstina peyama Serok Barzanî, bû pêşengê bangeşekarên referamdumê".

Rojên ku li hemû bajarên Herêma Kurdistanê bangeşeya referanduma serxwebûnê ya Kurdistanê dest pê kiribû, Kerkûk jî beşdarî vê mijara neteweyî bû. Xortên bajarê Kerkûkê kêfxweş bûn û di dema bangeşeyê de ji bo referanduma serxwebûnê, hêzeke çekdar gulle berdan ser xortên Kurd û Raîd Ebdulqadir şehîd bû.