"Li salvegera referandûmê desteserkirina siyasetmedarên kurd peyamek e!"

Rêveber û nûnerên partî û rêxistinên Bakurê Kurdistanê bertek nîşanî biryara desteserkirina 82 siyasetmedaran dan.

Diyarbekir (K24) - Rêveber û nûnerên partî û rêxistinên Bakurê Kurdistanê bertek nîşanî biryara desteserkirina 82 siyasetmedaran dan. Siyasetmedarên Kurd gotin ku; di salvegera 3’emîn ya Referandûma Serxwebûna Kurdistanê de desteserkirina siyasetmedaran ji bo kurdên Bakur peyameke çavtirsandinê ye.

 Li gorî nirxandina siyasetmedaran, yek ji armanca desteserkirina Hevserokê Şaredariya Qersê Ayhan Bîlgen jî ew e ku wî ji peywîr dûr bixin û li cihê wî jî qeyûm bê tayînkirin.

Di çarçoveya lêpirsina li ser bûyerên Kobanê ango bûyerên 6 û 7 û 8ê Îlona 2014an de Serdozgeriya Komarî ya Enqreyê ve li 7 bajaran derbarê 82 kesan de biryara desteserkirinê derxist.

Di vê çarçoveyê de, Hevserokê Şaredariya Parêzgeha Qersê, Ayhan Bîlgen, parlementerên berê yên HDPê Altan Tan, Siri Sureya Onder, Ayla Akat Ata, Nazmî Gur, Emîne Ayna û Beyza Ustûn û gelek siyasetmedarên din hatin desteserkirin û ji bo Enqereyê hatin şandin.

Parlementer û rêveberên HDPê yên rêxistina Diyarbekirê, bi daxuyaniyekê bertek nîşan dan û gotin ku; daxwaza lêpirsîna wan ya li ser bûyerên Kobanî ji aliyê desthilatdariyê ve dihat red kirin û desthilatdar naxwaze rastiya bûyeran aşkere bibe. Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk DBPê Salîha Aydenîz’ê jî got; bi vê operasyonê armanca desthilatdariyê ew e ku, di roja salvegera Referandûma Serxwebûna Kurdistanê de peyameke çavtirsandinê bide Kurdên Bakur.

SALÎHA AYDENÎZ – HEVSEROKA GIŞTÎ YA DBP’Ê

“Em dizanin tu rewabûna desthilatdariya AKP û MHPê li ser aborî û civakî û siyasî de nema ye. Ti rewabûna desthilatdariya wan li ser siyaseta navxwe û derve de neya ye. Ji ber vê yekê dixwaze rojevê berovajî bike, dixwazin li ser qirkirina gelê kurd netewperweriyê xurt bikin. Em jî dibêjin; çawa gelê kurd heta îro li hemberî van êrişan li ber xwe daye û çawa Kobanî neket û îro rizgar bûye dê li Başûr û Bakur jî ev têkoşîn were dayîn.”

Di 6 û 7 û 8ê Îlona 2014an de ji bo protestokirina êrîşên DAÎŞê yên li ser Kobanî û daxwaza vekirina korîdorekê ji bo şandina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, li 35 bajarên Bakur û Tirkiyeyê çalakiyên protestoyê hatibûn encam dan. Di bûyeran de 56 kesan canê xwe ji dest dabû û nêzî 700 kesî jî birîndar bubûn. Li gorî ragihandina rêveberên HDPê 43 kes ji wan endam û alîrgirên HDPê bûn. Rayedarên HDPê di vê mijarê de desthilatdariyê wek berpirsê bûyeran dibîne. Yek ji hevgertiyên HDPê Patiya Însan û Azadî (PÎA) jî bertek nîşanî desteserkirina siyasetmedaran da. Cîgirê Serokê Giştî yê PÎA’yê Ehmed Kaya got; armanceke girtina hevserokê Şaredariya Qersê Ayhan Bîlgen jî ew e ku, li cihê wî qeyûm bê danîn e.

EHMED KAYA – CÎGIRÊ SEROKÊ PARTIYA ÎNSAN Û AZADÎ

“Binçavkirina siyasetmedaran di rojeke wiha de ne rasthatineke ji rêzê ye. Lewra ew dixwazin her roj kurdan keyfa kurdan bişkênin kurdan bêhêz bikin û wan lewaz bikin. Her çiqas pêwendiyên kurdan bi hev re baş bibe ew jî tûjtir dibin.”

Li gorî desthilatdarî û aliyên nêzîkî desthilatdariya lêpirsin di çarçoveya bûyerên “terorî” de tê kirin û hiqûqî ye. Lê belê aliyên HDPê dibêjin; daraz di jêr kontrola desthilatdariyê de ye û ev doz jî siyasiye û armanca wê ew e bêdengkirina HDPê ye.