Tirkmenên Kerkûkê dûrxistina Rakan Cibûrî daxwaz dikin

Hejmarek Tirkmenên Kerkûkê daxwaz dikin ku Parêzgarê sepandî yê Kerkûkê ji kar were dûrxistin û dibêjin Rakan Cibûrî gefê li aştiya civakî dixwe.

Kerkûk (K24) – Hejmarek Tirkmenên Kerkûkê daxwaz dikin ku Parêzgarê sepandî yê Kerkûkê ji kar were dûrxistin û ew di wê baweriyê de ne ku Rakan Cibûrî di navbera pêkhateyan de bûye pirsgirêk û gefê li aştiya civakî dixwe. Herwiha Cibûrî bi wê yekê tohmetbar dikin ku mafê Tirkmenan nade û bi erebkirina Kerkûkê ve mijûl e. Li cem Tirkmenan, Kurd jî ji vê rewşê nerazî ne û daxwaza guhertina îdareya Kerkûkê dikin.

Piştî 16ê Cotmehê, ev cara ewil e ku Tirkmen li derveyî partiyên xwe, daxwaza dûrxistina Rakan Cibûrî dikin.

Ebas Awcî, welatiyê Tirkmen ê nişteciyê Kerkûkê dibêje: “Em Tirkmen nûnerê me tine ye, em bêkes in, siyasetmedarên me tenê berjewendiyên xwe dixwazin, em bi xwe nûnertiya xwe dikin.”

Tirkmenên Kerkûkê çendîn dirûşm bilind kirin ku hemû li dijî Parêzgarê sepandî yê Kerkûkê ne, ew gihiştine wê baweriyê ku divê ji nûnerên xwe daxwaz bikin ku ligel Kurdan li hev bikin û Rakan Cibûrî ji kar dûr bixin.

Rewşa Kerkûkê ku bi ser pêkhateyên wî bajarî de hatiye sepandin, ne bi dilê Kurdan e. Heta niha rayedarên Kurd çend car hewl dane ku ligel siyasetmedarên her du pêkhateyên Ereb û Tirkmen îdareya bajêr biguherînin, lê belê negihiştine encamekê.

Elî Qelayî, Berpirsê Dezgeha Hilbijartinan a YNKê yê li Kerkûkê ji Kurdistan24ê re ragihand: “Niha Kurd li vî bajarî desthilat nîne, daxwaza mafên xwe yên ji dest dane, dike. Ji bo vê yekê, divê ligel nûnerên pêkhateyên din li Parlementoya Iraqê li hev bikin.”

Nêzîkî sê sal in rewşa Kerkûkê, ne asayî ye. Hakimekî serbazî hikmê dike. Kerkûk bi hêzên serbazî tijî bûye û rewşa ewlehiyê nebaş e. Niha ji bilî Kurdan, beşek ji Tirkmen û Ereban jî ji îdareya bajêr nîgeran in.”