Şanoyeke Kurdî li salona Şaredariya Stenbolê dê bê nîşandan

Li Tirkiyê yekem car şanoyeke Kurdî di bernameya kulturî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de cih girt.
kurdistan24.net

 

Stenbol (K24) – Li bajarê Stenbola Tirkiyê ku wek bajarê herî mezin ê Kurd lê hene tê zanîn, cara yekem e ku şanoyeke Kurdî li ser sehneya salona Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê wê were nîşandan. Şanogerên Kurd vê gavê bi qîmet dibînin û dibêjin; lazim e şaredariyên metropolên din jî deriyê sehneyên xwe bo şanoyên Kurdî vekin û di bernameyên xwe de zêdetir cîh bidin kar û barên kulturî yên bi Kurdî.

Şanoya Kurdî ya bi navê "Bêrû" ku ji hêla Koma Teatra Jiyana Nû ve hatiye amadekirin wê yekem lîstîka şanoya Kurdî bibe ku li ser sehneya Şanoyên Bajêr ên Şaredariya Stenbolê wê were lîstin.

Şanoger Rûgeş Kirici yek ji wan lîstikvanên şanoya "Bêrû" yê ye amaje kir hêviya wan ew e ku nîşandana çalakiyên kultirî yên Kurdî li metropolên Tirkiyê ku bi milyonan Kurd lê hene zêdetir pêk werin.

Şanoger Rûgeş Kirici ji K24ê re got: “Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ji ber pandemiyê ku şanoger di tengasiyê de bûn xwest piştgiriyê bide komên şanoyê. Bang kirin gotin şanoger werin li ser sehneya me şanoya xwe bileyzin. Me jî di ser malpera wan re serî lê da ka wê çi bêjin. Paşê qebûl kirin gotin werin keremkin li Gazîosmanpaşayê me cîh ji bo we amade kir. Em ê jî herin şanoya xwe nîşan bidin.”

Berî niha şanoyên Kurdî li Stenbolê pir kêm û li salonên saziyên taybet dihat nîşandan.

Şanoger Cîhat Ekîncî hêvî dike piştî vê xebata şaredariya Stenbolê, şaredariyên din ên qeza û bajerên din jî deriyên sehneyê xwe bo şanoyên Kurdî vekin.

Cîhat Ekîncî dibêje: “Ev gaveke bi qîmet e. Hêvî dikim ev rêya çanda Kurdî û hemû çandên din ên li Tirkiyê veke. Divê xebatên bi vî awayî li bajarên din ên Kurd lê hene yên wek Îzmîr, Enqere, Edene jî pêk werin û berdewam bibin.”

Lîstika Bêrû li ser dika Gazîosmanpaşa ya Stenbolê 13ê Cotmehê wê were lîstin.