Anket! Biden: %49, Trump: %41

Li gor anketê Joe Biden %49 û Donald Trump %41 dengan werdigire.

Hewlêr (K24) - New York Times û Koleja Siena derheqê hilbijartinên Emrîka de anketek pêk anîn. Li gor anketê Joe Biden %49 û Donald Trump %41 dengan werdigire.

Anket 22 Îlon - 24 Îlonê pêk hat. Hilbijartinên Serokatiya Emrîka dê 3.11.2020 pêk werin.

Li gor anketê; dengdêr (xelk), wisa dihizirin ku Trump bi giştî aboriyê baş bi rêve dibe. Lêbelê di pêvajoya pandemiya koronayê de serneket.

Li gor piraniya dengdêran di pêvajoya koronayê de têkçûna aboriyê sûcê Trump e.

%54 ji xelkê bawer dikin ku Trump bi giştî aboriyê baş bi rêve dibe. %42 red dikin ku baş bi rêve dibe.

Niha aboriya Emkrîkayê nebaş e. %43'yî xelkê bawer dikin ku Trump ne berpirsê vê rewşa xirab e. %55'î xelkê bawer dikin ku Trump berpirs e.

Li Li gor anketan Joe Biden bi rêjeyeka mezin li pêş Donald Trump e. Biden wekî dostê kurd û Kurdistanê tê zanîn. bdl