Trump li ser şerê navbera Azerbaycan û Ermenistanê daxuyanî da

Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser nakokiyên navbera Azerbaycan û Ermenistanê ragihand ku Amerîka hewla rawestandina pevçûna di navbera her du aliyan de dide.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser nakokiyên navbera Azerbaycan û Ermenistanê ragihand ku Amerîka hewla rawestandina pevçûna di navbera her du aliyan de dide.

Donald Trump diyar kir: “Em gelek ji nêz ve çavdêriyê dikin, peywendiyên me yên baş li herêmê hene û em bibînin, em ê bikarin şer rawestînin.”

Ji ber şerê navbera Azerbaycan û Ermenistanê heta niha 16 serbaz û çend welatiyên sivîl canê xwe ji dest dan. Ev ji sala 2016an ve, şer û pevçûna herî tund a di navbera her du aliyan de ye.

Şerê navbera Azerbaycan û Ermenistanê, ji ber çend deverên li ser sînorê her du welatan derket ku her du welat jî ji mêj ve ew dever weke devera xwe dibînin.