Şerê navbera Ermenistan û Azerbaycan zirarê dide Tirkiyê

Li gor nûçeyên başûrê Qefqasê, Azerbaycanê çav berdaye herêma Nagorno-Qarabax ku xwedî îdareyeke serbixwe ye û peywendiyên wê yên bihêz ligel Ermenistanê heye.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gor nûçeyên başûrê Qefqasê, Azerbaycanê çav berdaye herêma Nagorno-Qerebax ku xwedî îdareyeke serbixwe ye û peywendiyên wê yên bihêz ligel Ermenistanê heye û %90ê nişteciyên wê Ermen in.

Tevî ku Qerebax bi petrol û gazê dewlemend nîne, devereke çiyayî ye û rê dide Ermenistanê ku bi ser Azerbaycanê de zal bibe, ku Azerbaycan herêmeke bi gaz û petrolê dewlemend e, nişteciyên wê herêmê bi awayekî sereke pişta xwe bi çandiniyê ve girêdane.

Alozî û nakokiyên navbera Ermenistan û Azerbaycanê bi derketina şer, bûye mijara sereke ya cîhanê, ji ber ku gefeke mezin li dabînkirina enerjiyê bo bazarên Ewropayê dixwe û roleke wê ya mezin a lojîstîk heye li herêmê.

Pispor di wê baweriyê de ne ku zêdebûna aloziyan, bi awayekî rasterast gefê li xetên gaza sirûştî dixwe, ku ji welatên Asyaya Navîn ber bi bazarên cîhanê dirêj bûye. Cihê gihiştina sê berhemhênerên mezin ên gazê ye li cîhanê ku ew jî Rûsya, Îran û Azerbaycan in. Herwiha Ermenistan, Gurcistan û Tirkiye bi awayekî sereke pişta xwe bi gazê girêdane.

Li aliyê din, pispor dibêjin ku zêdebûna rûbirûbûna serbazî, dê bibe gefeke mezin li ser petrol û jêrxana gaza li herêmê, zirarmendê sereke jî dê Tirkiye bibe, çimkî Enqere bi awayekî sereke pişta xwe bi gaza wê herêmê girêdaye.

Herwiha xeta boriya gaza sirûştî ya başûrê Qefqasê ber bi Tirkiyê dirêj dibe, ku xeta sereke ya Tirkiyê ye, da ku kirîna enerjiyê ji Rûsyayê bo welatê xwe kêm bike.

Li gor raportan, Rûsya bi buhayekî giran gazê difiroşe Tirkiyê û li hember wê, welatên Ewropayê bi nîvê wî buhayî ji Rûsyayê gazê dikirin.

Herwiha peymaneke kirîna gazê di navbera Enqere û Moskowê de heye û ji meha Nîsanê ve danûstandinên navbera her du aliyan rawestiyene, li hember wê, Tirkiyê peywendiyên xwe yên enerjiyê ligel Azerbaycanê zêde kirine û xeta gazê ya Baku – Tîflîs – Erziromê ku gaza Azerbaycanê ber bi Tirkiyê vediguhezîne, di devera sînorê Tavoş a Ermenistanê re derbas dibe ku şer û pevçûn li wê deverê diqewimin.