Çîroka keça kurd li Brîtanya wekî rêzefilm tê weşandin!

Keça kurd Benaz (Banaz Mahmoud), 2006'ê dema 20 salî ji aliyê bav û apê wê ve hatibû kûştin.

Hewlêr (K24) - Kûştina keça kurd ser navê "rûmetê" li Brîtanya dibe rêzefilm. Keça kurd Benaz (Banaz Mahmoud), 2006'ê dema 20 salî ji aliyê bav û apê wê ve hatibû kûştin.

Çîroka rastî ya Benaz Mahmûd wiha ye; Benaz, xelka başûrê Kurdistan3e ye. Di 10 saliya xwe de li gel malbata xwe diçe Brîtanya. Dema 17 salî, malbata wê bi zorî dizewicîne.

Piştre ji ber tûndûtûjiyê ser li dadgehê dide û ji "hevjînê" xwe vediqete.

Wêne: Benaz Mehmûd
Wêne: Benaz Mehmûd

Ji kesekî bi navê Rehmet hez dike. Malbata wê lêdixe, di malê de zindanî dike, destûrê nade hezkiriyê xwe bibîne.

Direve û ji polîsan alîkariyê dixwaze. Di nameyekê de ji asayîşê re dibêje, "Heger tiştek bi serê min were, berpirs bavê min e."

Wêne: Ji rêzefilmê Honor, Çîroka Banaz Mehmûd
Wêne: Ji rêzefilmê Honor, Çîroka Banaz Mehmûd

Polîs cinazeyê wê di baholekê de li nav çalekê de dibînin.

Rêzefilm, Îşev bi dema Londonê demjimêr 21.00 di ITV tê weşandin (28.09.2020, 21.00). Beşa dûyem jî sibê demjimêr 21.00 tê weşandin (29.09.2020)

Wêne: Ji rêzefilmê Honor, Çîroka Banaz Mehmûd
Wêne: Ji rêzefilmê Honor, Çîroka Banaz Mehmûd

Senaryo Gwyneth Hughes nivîsand. Derhêner Richard Laxton e. Kêşana rêzefilmê Îlona 2019'ê dest pê kir. Diviya Nîsana 2020'ê bihata weşandin. Lêbelê ji ber vîrûsa koronayê hat paşxistin. bdl