Li Kantona Cinêv (Swîsre) kêmtirîn mûçe bû 4100 Frang

Dûh xelkê Swîsre li bajarê Cinêv ji bo diyarkirina kêmtirîn mûçe referandûm pêk anî.

Navenda Nûçeyan (K24) - Li Kantona Cinêv a welatê Swîsre kêmtirîn mûçe (meaş) ji bo karmendan bû 4 hezar û 100 frang (4.434 USD).

Dûh xelkê Swîsre li bajarê Cinêv ji bo diyarkirina kêmtirîn mûçe referandûm pêk anî. Bi vê dengdanê kêmtirîn mûçe bû 4 hezar û 100 frang. Ev biryar tenê ji bo karkerên bajarê Cinêvê ye.

Bi vî rengî êdî kêmtirîn mûçeyê herî zêde li Swîsre tê dayîn.

Di referandûmê de 557,8'ê xelkê got "Belê".

Mûçeyê mehane li Swîsre bi giştî 6 hezar û 500 frang e (7000 USD).

Lêbelê li Cinêvê jiyan gelek giranbûha ye. Bo nimûne li Kantona Cinêvê xaniyeke 2 odeyî bi giştî bi 3 hezar frangan e.