Parlementerê Ermenistanê: Kurd di şerê Azerbeycan û Ermenistanê de şehîd dikevin!

Parlemanterê kurd ê di Parlemantoya Ermenistanê de Kinyazê Hemîd radigihîne...

Navenda Nûçeyan (K24) – Parlemanterê kurd ê di Parlemantoya Ermenistanê de Kinyazê Hemîd radigihîne, "Tirkiye bi leşkerên xwe û çekdarên opozîsyona Sûriyê piştevaniya Azerbeycanê dike."

Parlemanterê Ermenistanê Kinyazê Hemîd ji K24ê re ragihand, "Çend roj in Azerbaycanê bi piştegîriya Tirkiyê şerekî giran biriye ser Ermenistanê û li ser sînorê Qerebaxê şer û pevçûnan destpê kiriye. Ji her du aliyan gelek leşker hatine kuştin û birîndar kirin."

Diyar kir jî, "Tirkiye di vî şerî de hêz û çekan dide Azerbaycanê û ji her alî ve piştevaniya wî welatî dike."

Amaje bi wê da, "Azerbaycan di vî şerî de ji bilî Tirkiyê, ti piştevaniyê ji ti welatekî din wernagire û piraniya welatan daxwaz ji Azerbeycan û Ermenistanê kirine, ev şer bê rawestandin û pirsgirêk bi diyalogê bêne çareserkirin. Lê Azerbeycan pabendî vê daxwazê nabe."

Li ser helwesta Rûsyayê ji vî şerî, Kinyazê Hemîd diyar kir jî, "Di navbera Ermenistan û Rûsyayê de peymanek heye, lê heta niha Rûsya ti piştgîriya çekdan ji Ermenistanê re nekiriye û daxwaz dike ev şer bê rawestandin û bi diyalogê pirsgirêk çareser bibin."

Parlementerê Ermenistanê Kinyazê Hemîd wiha got: “Çawa di Ermenistanê de kurd dijîn, wekî miletekî kêmnetew. Wisa di Azerbaycanê de jî kurd hene. Kurdên Ermenistanê wekî hemwelatiyên Ermenistanê tên hesabkirin. Gelek ji wan kurdan di şerî de şehîd ketine. Her wisa li Azerbaycanê jî kurd hene. Wekî dualî şer dikin. Çawa wekî kurdên wê derê şerê birakujî heye! Kurdên vê derê ne hev nas dikin, ne dizanin. Lê di şerî de şerê hev dikin. Hemwelatiyê wî welatî ne diçine şer. Di şerî de jî şehîd dikevin."

Tekez kir jî, "Tirkiye ji zêdetir ji du mehan ve piştevaniya leşkerî dide Azerbeycanê û ji bilî leşkerên tirk, nêzîkî 4 hezar çekdarên opozîsyona Sûriyê û îslamîst ji Efrînê birine Azerbeycanê."