Wêjegeha Amedê rojên wêjeyî bi awayê online li dar dixe

Wêjegeh Amed bi hevkariya Weşanên Lîs û Navenda Hunerî ya Amedê 3. Çalakiya ‘Rojên Wêjeya Berawirdî yên Amedê’ îsal li ser înternetê li dar dixe.
kurdistan24.net

 

Diyarbekir (K24) - Wêjegeh Amed bi hevkariya Weşanên Lîs û Navenda Hunerî ya Amedê 3. Çalakiya ‘Rojên Wêjeya Berawirdî yên Amedê’ îsal li ser înternetê li dar dixe. Ji her çar aliyên Kurdistanê û dîasporayê Wêjekarên Kurd û wêjekarên li Tirkiyeyê di navbera 25ê Îlonê û 31ê Cotmehê de, bi civînên online sohbetên wêjeyî dikin.

Wêjegeh Amed, bi 15 bernameyan li ser kesayet, berhem û mijarên Wêjeyî, bi rêya online çalakiya Rojên Wêjeya Berawirdî li dar dixe. Bername bi lêkolîner û wêjekarên berhemdar û navdar re dê heta 31ê Cotmehê bidome.

Rêvebirê Wêjegehê û Weşanên Lîs nivîskar Lal Laleş, da zanîn ku lidarxistina bernameyên bi vî rengî ji bo bipêşxistin, naskirin û danasîna kesayet û berhemên wêjeyî girîng e. Lal Laleş anî ziman ku bi rêya online lidarxistina vê bernameyê, hin encamên baş jî peyda kiriye ku hem mêvan û hem jî şopîner zêdetir dikarin bişopînin û jê sûd werbigirin.

Lal Laleş ji Kurdistan24ê re ragihand: “Wêje û dûhatûya pêjnkar ku em serdemeke gelek xesas de derbas dibin. Di wê dûhatûya pêşiya xwe de, dê emê çewa karibin weka miletekî, wek mirovekî, bi rêk û pêk û bêyî ku zirar û ziyanê bide me, mirovên me, ziman, çand û civaka me; emê çewa karibin derbas bikin; me xwest bi çavên nivîskaran, bi çavên edebê li dûhatûya pêjnkar ku ew xetere û metirsiyên li pêşiya me binirxînin.”

Mêvanê bernameya Wêjeya Berawirdî ya sêyemîn de mêvanê rûmetê: Nivîskarê berhemdar û navdar Bavê Nazê ye û di bernameyê de, kesayet, xebat û berhemên Bavê Nazê jî bi çavê nivîskarên lêkolîner tê nirxandin.

Nivîskarê Kurd û beşdarekî bernameyê Îbrahîm Xort jî da zanîn ku bername û xebatên bi vî rengî ji bo ku civak wêjeya xwe û wêjekar û nivîskarên xwe nas bike girîng û ciyawaz in û bal kişand ku teqrîben 25 berhemên Bavê Nazê yên ji lêkolînî, li ser wêjeyî û ziman, roman û mijarên cuda pêk hatî hene û qedra wî girtin jî tiştekî girîng e.

Îbrahîm Xort eşkere kir: “Gelek berhemên wî yên lêkolînê ku li ser ziman, rêziman, edebiyat, çîrok û roman kar û xebat kiriye hene, lê heta niha qedra ku divê, di nav civakê de nedîtiyê. Bi bernameyeke wiha jî ez bawer im dê hinekî din Bavê Nazê bê nasîn û giringiya xebat û berhemên wî bên dîtin. Problemeke mezin e di nav me Kurdan de, em wek devkî û bi axaftinan dibêjin Kurd, Kurdistan, welat û hwd. Lê tiştên esasî: edebiyata xwe, zimanê xwe, folklora xwe, orf û adetên xwe heta welatê xwe em baş nas nakin. Loma jî divê bêtir em qedra kesên ku serê xwe li ser van tiştan diêşînin û berheman didin bigrin û bidin nasandin. Emê hêvî bikin ku ev bibe pêlikekî ku kar û xebatên bi vî rengî bêtir bên nasîn.”

Bernameya ku bi beşdariya Abdullah Pêşew di 25ê Îlonê de dest pê kir, dê bi axaftina nivîskarê Kurd Bavê Nazê ku li Rûsyayê dijî û mêvanê rûmetê yê bernameyê, bernameya Wêjeya Berawirdî û Dûhatûya Pêjnkar xilas bibe.