Li Diyarbekirê karmendên tendirustiyê ji bo mafên xwe çalakî pêk anîn

Li Tirkiyeyê belavbûna vîrusa Covid-19 zêde dibe, barên tenduristkaran pêk ve giran dibe.
kurdistan24.net

 

Diyarbekir (K24) - Li Tirkiyeyê belavbûna vîrusa Covid-19 zêde dibe, barên tenduristkaran pêk ve giran dibe, lê şertên wan yên aborî û pişeyî nayên guhartin. 4 sendîqayên tenduristiyê ku nûnertiya karmend û karkerên çepgir û rastgir dikin pêk ve daxwaz kirin ku bila tenduristkar ji tundiyan bên parastin û mafên wan jî bi awayekî dadwer bên cîbicîkirin.

Sendîqayên tenduristkaran, li ber Nexweşxaneya Zanigeha Dîcle ya Diyarbekirê; ji bo rawestandina tundiyên li ser xebatkarên tenduristiyê û sererast kirina şertên kar kirinê çalakî û daxuyaniyeke hevpar li dar xistin.

Serokê Sendîqaya Gişt Karmendên Tenduristkaran Tum-Saglik-İş Senê  yê Diyarbekirê Cîhan Okçû, bal kişand ku bi destpêkirina pandemiyê re, her ku belavbûna vîrusê zêde dibe, barê tanduristkaran jî giran dibe û zêdetir dem kar dikin. Lê şertên wan yê aborî û pişeyî nayên sererastkirin.

Cîhan Okçû ji Kurdistan24ê re ragihand: “Em di pêvajoyeke gelek giran re derbas dibin û bi rastî jî em êdî gelek westiyane, me ji bo çareseriya pirsgirêkên xwe hewla çareseriyê da, lê tu encam derneket û em niha bi vê daxuyaniyê dixwazin dengê me bigihe rayedaran, da ku li gor rewşa me, berdela keda me û şertên karkirina me bên başkirin. Xebatkarên hemû beşên tendirusitiyê di bin barên giran de ne û divê bi awayekî dadweranen şertên me bên baş kirin.”

Sendîqayên tenduristkaran bal kişandin ku li gel ew di şertên giran û metirsîdar de kar dikin û bi ser de jî ji êriş û tundiyan jî nayên parastin.

Rêvebirê Tum-Saglik-İş Sen a Diyarbekirê Umît Ûmdû jî  bal kişand ku jixwe tenduristkar ji bo tenduristya welatiyan di şertên giran de kar dikin û li wan êriş û tundî jî tên kirin. Umît Ûmdû daxwaz ji rayedaran kir ku li tenduristkaran xwedî derbikevin.

Umît Ûmdû diyar kir: “Ligel ku em di vê serdema pandemiyê de ne, hemû barên giran hildigrin û di ser de jî ku êriş û tundî li me tên kirin, divê reyadar jî, em wek civak jî li xwe mikûr werin. Em hewla başkirina tenduristiya civakê didin û ya ji destên me tê jî em dikin. Em daxwaz ji Serokkomar û Wezîrê Tendirustiyê di serî de, ji hemû rayedaran dikin ku şertên tenduristkaran baş bikin û ji tundiyan biparêzin.”

Bal hat kişandin ku di serdema li Tirkiyeyê halet gelek kêmbûn 1-2 kes bûn, reyadaran bergiriyên tund ragihandibûn, lê niha rojane behsa bi hezaran tê kirin jî, tu tevdîr nayên girtin. Hat ragihandin jî divê li gel bergiriyan piştgiriya welatiyan jî bê kirin da ku bikarin debara xwe bikin.