VÎDEO – Ermenistanê dîmenên têkbirina helîkoptereke Azerbaycanê belav kir

Wezareta Berevaniyê ya Ermenistanê dîmenên têkbirina helîkoptereke şer a hêzên Artêşa Azerbaycanê li esmanê herêma Qerebaxê belav kir.

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Berevaniyê ya Ermenistanê dîmenên têkbirina helîkoptereke şer a hêzên Artêşa Azerbaycanê li esmanê herêma Qerebaxê belav kir.

Li gor daxuyaniya wezaretê, bi şevan rewşa xetên pêş ên şer gelek dijwar e.

Şerê navbera her du welatan bi çekên giran û topên dûravêj û hinek caran bi çekên sivik li hemû eniyên şer ên her du aliyan berdewam e.

Îro înê 2yê Cotmeha 2020an, Wezareta Berevaniyê ya Ermenistanê dîmenên têkbirina helîkopterekê û firokeyeke bêfirokevan a Azerbaycanê li esmanê Qerebaxê belav kir.

Roja yekşemê 27ê Îlona 2020an, careke din şer di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de li ser herêma Qerebaxê qewimî. Şerê vê carê yê di navbera her du welatan de, şerê herî metirsîdar ê 20 salên derbasbûyî yê li wê herêmê tê dîtin.

Ermenistan ragihandiye ku Azerbaycan bi piştevaniya serbazên Tirkiyê êrîş kiriye ser xetên artêşa Ermenistanê ya li herêma Qerebaxê. Li hember wê, hikûmeta Azerbaycanê jî diyar dike ku hêzên Ermenistanê gulle berdane xelkê Azerbaycanê.