Azerbaycan bajarên Qerebaxê bi tundî topbaran dike

Artêşa Azerbaycanê êrîşên xwe yên li dijî herêma Qerebaxê didomîne û îro bi tundî dest bi topbarana paytexta herêma Qerebaxê kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Azerbaycanê êrîşên xwe yên li dijî herêma Qerebaxê didomîne û îro bi tundî dest bi topbarana paytexta herêma Qerebaxê kir.

Ajansa AFPê belav kiriye ku topxaneyên artêşa Azerbaycanê, îro bi tundî bajarê Xankendî yê paytexta Nagorno-Qerebaxê kir.

AFP ji zarê rayedarekî artêşa Ermenistanê ragihandiye ku di encama topbarana îro ya artêşa Azerbaycanê de, bi dehan welatî birîndar bûne, hêj hejmara wan kesên ku jiyana xwe ji dest dane, nayê zanîn.

Îro înê şeşem roj e artêşa Azerbaycanê ku ji aliyê Tirkiyê ve tê piştevanîkirin, êrîşên xwe yên bi ser herêma Qerebaxê didomîne.

Roja yekşemê 27ê Îlona 2020an, careke din şer di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de li ser herêma Qerebaxê qewimî. Şerê vê carê yê di navbera her du welatan de, şerê herî metirsîdar ê 20 salên derbasbûyî yê li wê herêmê tê dîtin.

Ermenistan ragihandiye ku Azerbaycan bi piştevaniya serbazên Tirkiyê êrîş kiriye ser xetên artêşa Ermenistanê ya li herêma Qerebaxê. Li hember wê, hikûmeta Azerbaycanê jî diyar dike ku hêzên Ermenistanê gulle berdane xelkê Azerbaycanê.