Serok Barzanî: Niha zêdetirî hemû deman hest bi xesareta ji destdana wî dikim

Serok Barzanî di sêyemîn salvegera koça dawî ya Mam Celal Talebanî de peyamek arasteyî Bafil û Qubad Talebanî kir.

Hewlêr (K24) – Serok Barzanî di sêyemîn salvegera koça dawî ya Mam Celal Talebanî de peyamek arasteyî Bafil û Qubad Talebanî kir.

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

Birazayên min Kek Bafil û Kek Qubad

Di bîranîna 3 sal derbasbûna li ser koça dawî ya birayê min ê birêz Mam Celal de, li gel pêşkêşkirina rêz û pêzanînên min ji bo dewra bi bandor ya birêz ya di dema xebata şoreşgerane ya di tevgera rizgarîxwaza gelê me de û di dema Serokayetiya Iraqê de wekî yekem Serok Komarê Kurd, niha zêdetirê ji hemû deman hest bi xesareta ji destdana wî dikim.

Hêvîdar im hûn jî berdewam bin li dirêjedana bi rêya bavê xwe ya ji bo pêkanîna xewna gelê me û kêmasiyê di bihêzkirina yekrêziya niştimanî de nekin.

Mamê we

Mesûd Barzanî