Li Qamişlo çalakiya kultûra pêkhateyên deverê lidar ket

Li bajarê Qamişlo çalakiyeke bi li dar ket, tê de kultûra pêkhateyên deverê hat nîşandan.
kurdistan24.net

 

Qamişlo (K24) – Li bajarê Qamişlo çalakiyeke bi li dar ket, tê de kultûra pêkhateyên deverê hat nîşandan. Xelk dibêje, pêwîstiya deverê bi çalakiyên wiha heye, ji ber ku aloziya ku herêm têre derbas dibe.

Ev çalakî nemûneyek ji jiyana hevbeş a deverê re ye. Gundê Cizîrî ku ji sê nimûneyan pêk tê, Mala Kurdî, Mala Xiristiyanî û Konê Erebî, jiyana deverê ya berî krîza Sûriyê tîne bîra mirov. Xelkê beşdar dibêje, ev karên wiha bêhinvedanek ji xelkê re ye, nemaze di rewşa niha ya ku herêm bi giştî tê re derbas dibe.

Di vê çalakiyê de, kulûra her pêkhateyekê tê nîşandan, ku her miletek bi çi tê naskirin, ji ber wê jî xelk tekeziyê ser giringiya berdewamiya van karan dikin û dibînin ti dever tune ku xelk sardana wan bikin ji ber wê jî li benda çalakiyên wiha ne.

Ji destpêka kirîza Sûriyê ve, dever di aloziyan re derbas dibe, çi ewlehî bin yan jî siyasî û abûrî bin, zarok jî ji lîstik û zaroktiyê bêpar man, tenê bi çalakiyên wiha bêhna xelkê bi wan dedikeve.