Ermenistan: Me 3 balafirên Azerbaycanê xistin xwarê
Navenda Nûçeyan (K24) - Ermenistanê daxûyand ku "3 balafirên Azerbaycanê xistine." Lêbelê Azerbaycan van gotinan red dike.
Berdevkê Wezareta Derve ya Ermenistanê Şûşan Stepanyan got, "Serê sibê 2 balafirên Ermenistanê hatin xistin. Berî çend rojan gotibû, "Me balafireka Azerbaycanê xistiye." Bi vî rengî li gor daxûyaniyên Ermenistanê, "3 balafirên Azerbaycanê hatine xistin."
Wezareta Parastinê ya Azerbaycanê daxûyaniyek da û got, "Çi balafirên me neketine."
Azarbaycan dibêje, "Aliyê Ermensitanê dîsa îddia dike ku balafir û balairên bêbalafirvan xistine xwarê. Ev daxûyanî nerast in."
Azerbaycan û Ermenistan, ser axa Qerebax a Çiyayî şer dikin. Her du welat dibêjin, Qerebax axa min e. Qerebax di bin kontrola Ermenistanê ve ye.