Çima Iraq nikare mûçeyê fermanberan bide!?

50 roj in Iraq nikare mûçeyê fermanberan (me'mûr) bide. Ji ber ku pare nînin.

Hewlêr (Kurdistan24) - 50 roj in Iraq nikare mûçeyê fermanberan (me'mûr) bide. Ji ber ku pare nînin. Ji bo çareseriyê Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî biryar daye ku reformê (çaksazî) pêk bîne. Lê ji ber ku piraniya parlamentoyê bo rûniştinên çaksazeiyê kom nabe, sernakeve.

Biryardera lijneya darayî Ehmed Sefer derheqê biryara reformê de dibêje, "Çend pisporên diyarkirî ji bo projeyê dixebitin."

Kêmbûna buhayê petrolê aboriya Iraqê zêdetir têk biriye. Lewma hukûmet nikare mûçeyan di dema xwe de belav bike. Ji bo peydakirina mûçeyan jî dibêje: "Me dest bi reforman kiriye, lê encam nîne."

Çavdêrê siyasî Ebdulselam Berwarî jî dibêje ku ev kabîneya hikûmeta Iraqê nikare reforman bike.

Gelek astengî hene ku reform li Iraqê dest pê bikin. Hin ji wan girêdayî nakokiya di navbera mezhebên Şîa û Sûnne de ne. Ji ber ku ev reform dê piştgiriya wan a madî (pare) qût bikin. Hebûna van komên çekdar ên mezhebî, pêşî li pêkanîna reforman digre.

Heger Iraq ji welatekê pareyan qerz (deyn) neke nikare mûçeyê fermanberan bide.