Rêçên Derwêşê Sedo di siyaset û dîroka Kurdistanê de

Derwêşê Sedo ku wek xebatkarekî rêbaza Barzaniyê Nemir dihat nasîn û yek ji damezrênêrê PDK-T'ê bû, di 86 saliya xwe de, çû ser dîlovaniyê.
kurdistan24.net

 

Diyarbekir (K24) – Yek ji wan damezrenêrê Partî Demokratî Kurdistan Tirkiye (PDK-T) Derwêşê Sedo, ji ber nexweşîna Covîd-19, di 86 saliya xwe de çû ser dîlovaniya xwe. Derwêşê Sedo ku li siyaseta seranserê Kurdistanê de hem bendor kiriye, hem jî jê bandor dîtiye; di koça xwe ya dawî de jî hem xemgînî, hem jî mîrateyeke ser bilindahiyê hiştiye.

Derwêşê Sado li gundê Bêkendê ya ser bi Misircê ya navçeya Sêrtê ya bakûrê Kurdistanê ji dayîk bûye, xortaniya xwe jî li rojavayê Kurdistanê, ango li bin xetê derbas kiriye. Loma jî Derwêşê Sedo, perwerdehiya xwe heta asta lîseyê, li Begdayê temam dike û di wê navberê de jî, ji binemalên eşîr û malabatên mezin û girîng yên Kurdistanê kesayetan dinase û bi bandora wan jî li doza gel û welatê  xwe di ciwaniya xwe hişyar dibe.

Derwêşê Sedo ku wek hezkiriyekî rêbaza Barzaniyê Nemir dihat nasîn û yek ji damezrênêrê PDK-T'ê bû, di 86 saliya xwe de, çû ser dîlovaniyê û terme wî li gundê ku ji dayîkbûye bo axê hat sipartin.

Kurê Derwêşê Sedo, Azadê Derwêşê Sedo jî anî ziman ku ew bi mirasa ku bavê wan ji bo wan hiştiye, şanaz in û dê ewê jî heman dozê bidomînin.

Azadê Derwêşê Sedo ji K24ê re got: "Derwêşê Sedo mîraseke mezin ji me re hişt. Doza wî dozeke heq û rewa ye. Ji bo Kurd û Kurdistanbû ku ev 200 sal e, di bin destên dagirkeran de tê pelçiqiye. Dema ku çavên xwe bi hişyariya doza welatê xwe vekir, bi heman hêsatan heta niha ku canê xwe ji dest da têkoşîna xwe berdewam kir. Loma jî me şeref û şanazî jê mîras wergirtiye û bi doza wî şanazin. Ji ber ku dixwest ji bo gel û welatê xwe gelek tiştan bike û gelek caran jî rolên xwe yên girîng leyîst. Şoreşa Gulanê bi rastî bingehekîbû ji bo Kurdistana Başûr û dilopekî Derweşê Sedo jî tê de hebû."

Derwêşê Sedo di sala 2010'an de, ji ber ked xebata xwe û bi taybet rola xwe ya di şoreşa Gulanê de, di 13. kongreya Partî Demokratî Kurdistan PDK'ê de, bi biryara kongreyê ji aliye Serok Mesûd Barzanî ve bi Nîşeneya Barzaniyê Nemir tê xelat kirin.

Mele Seîd, bi navnasiya xwe nav Kurdan Seydayê Xelatî ku 50 sal zêdetir e, Derwêşê Sedo dinase jî serdana malabatê kir û balê kişand di hişkirina gelê Kurd de, rola xebatên Derwêşê Sedo û hevrêyên wî.

Seydayê Xelatî dibêje: "Derwêşê Sedo piştî ku malabata wî ji bin xetê vegeriyan, yek ji wan kesên ku gelê Kurd li hember zordestî û bindestî hişyar kir da ku dengên xwe bilind bikin û dest b wê xebata pîroz kirin.  Yên sereke ku ewil dest avêtin van xebatan, Derwêşê Sedo û hevrêyên xwe bûn."

Derwêşê Sedo hem Ji ber şovbaya Korona Covîd-19 canê xwe jidest da hem jî bi heman sedemî derfet nebû ku merasîmekî girseyî bê li dar xistin û teziye jî bê danîn. Lê peyamên girîng yên sersaxiyê ji aliye serkirde, siyasetmedar û aliyên cuda yên Kurd ve ji bo malbat û heskiriyên Derwêşê Sedo hatin ragihandin.

Nivîskarê lêkolîner Seîd Veroj jî bal kişand ku Derwêşê Sedo, dema ku zarokeke 2 salî bûye, ji ber eşîra wan li hember Osmaniyan serî hil didin û piştî serhildanê jî koçberî bin xetê dibin, Derwêşê Sedo jî bi kesên wek Celadet Bedirxan, ji malabata Cemîlpaşa Qedrî, Ekrem û Wecdî Beg, dîsa Cîgerxwîn, Osman Sebrî û Heco Axa re  hevnas dibe û bi wan gihiştina dest bi xebata siyasî dike.

Lêkolîner Seîd Veroj diyar kir: "Gelek tecrubeyên wan hebûn, ne tenê li ser bakûrê Kurdistanê, ji ber ku Derwêşê Sedo ji eşîra Pêncînara, ji malbata Faro ye, naviyê Bişarê Çeto ye. Gelek car di navbera eşîra Pêncînara û Osmaniyan de şer derketiye û piştî şerê dawî mecbur mane ku bakûrê Kurdistan terk bikin û biçin bin xetê ango rojavayê Kurdistanê. Di wê serdemê de jî gelek siyasetmedar û rewşembîrên Kurd misoger mane ku birevin û hatine nefÎ kirin û li wir civiya ne. Derwêşê Sedo jî di nav wan de mezin dibe û pêwendiyên wan yên malbatî û take kesî çê dibe û bi wan tecrubeyan dest bi xebata siyasî dike."

Ferda Cemîloglû ku malbata wê li bin xetê pêşwaziya malabata Derwêşê Sedo kiriye jî, serpêhatiyên xwe yên li ser pêwendiyên Derwêşê Sedo yên civakî û taybetiyên wî, ji bo Kurdistan24 ragihand.

Ferda Cemîloglû bi bîr tîne: "Dema ku behsa Mam Derwêş dibe, yekem ev tê bîra min: gustîleke wî hebû, li Lubnanê taybetî dabû çêkirin kul i ser Ala Kurdistanê hebû. Te wî bikuşta ji tiliya xwe dernedixist. Her tim Ala Kurdistan li ser Wî bû. Pir jixwe hez dikir, cilên ciwan li xwe dikir. Pêwendiyên Wî bi pîr û ciwana  re gelek baş bû. Bi gênca re gênc bû, bi îxtiyaran re îxtiyar bû. Muhîmtirin taybetiya Wî jî çiqas tiştên xweş û civan hebûn jê hez dikir. Yanî xwedî baldariyeke civan bû û bi civanî dinihêrt.” 

Derwêşê Sedo di 12'ê Îlonê de, bi nexweşîna covît19 dikeve û piştî 20 rojan di 2'ê Cotmehê de, li nexweşxaneyeke taybet ya li Batmanê ku lê tedawî didît çû ser dîlovaniya xwe.