Hilbijartinên Emrîka! Dengên Joe Biden 14% ji yên Donald Trump zêdetir bûne

Berî gengeşeyê dengên Biden 8% zêdetir bûn lê piştî gengeşeyê 14% zêdetir bûne.

Hewlêr (K24) - Li gor anketên (rapirsî) berî gengeşeya zindî dengên Joe Biden, ji yên Donald Trump zêdetir bûn. Berî gengeşeyê dengên Biden 8% zêdetir bûn lê piştî gengeşeyê 14% zêdetir bûne.

3'yî meha li pêş me hilbijartinên serokatiya Emrîka dê pêk werin. Trump û Biden herdu namzetên serokatiyê sêşemba derbas bûye rû bi rû gengeşe pêk anîn. Televîzyonên emrîkî ev gengeşe bi zindî weşandin.

Li gor ankêtan (rapirsî) piştî wê gengeşeyê ferqa dengên di navbera Biden û Trump de 2 caran zêdetir bû. Ango dengên Bidenî zêdetir bûn.

Wall Street Journal û NBC News encamên ankêtê belav kirin. Piştî wê gengeşeyê Biden 14 ji 100'ê (14%) zêdetir bûne. Lê hêj nayê zanîn nexweş ketina Trûmpî dê çi bandorê li dengan bike.