Îran: Me ji bo Qerebaxê plana çareseriyê amade kir

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Seîd Xetîbzade ragihand ku wan li ser şerê Ermenistan û Azerbaycanê ya li herêma Qerebaxê planek amade kiriye.

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Seîd Xetîbzade ragihand ku wan li ser şerê Ermenistan û Azerbaycanê ya li herêma Qerebaxê, ji bo çareseriyeke aştiyane, planek amade kiriye.

Li gor nûçeya ajansa nûçeyan a Mehr, Seîd Xetîbzade li ser krîza herêma Qerebaxê ragihandiye: “Îran ji roja ku pevçûn dest pê kiriye, ji her du aliyan re jî dibêje ku ev nakokiya bi salan, bi rêya leşkerî çareser nabe. Em rêz li yekparçebûna axa Azerbaycanê û pêwîstiya vekişandina leşkeran ji bajarên dagirkirî digrin û em tekez dikin ku ji bo destpêkirina diyalogeke siyasî ya giştgîr, divê pevçûna leşkerî demildest were rawestandin.”

Seîd Xetîbzade herwiha eşkere kiriye: “Îran ji bo vê yekê, planeke berfireh amade kir û ev plan di dema hevdîtinên ligel her du aliyan û welatên herêmê de dê were pêkanîn.”

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê derbarê hûrgiliyên planê de û li ser vê mijarê zanyariyeke din neda.

Roja yekşemê 27ê Îlona 2020an, careke din li ser herêma Qerebaxê şer di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de qewimî.

Şerê vê carê yê di navbera her du welatan de, şerê herî metirsîdar ê 20 salên derbasbûyî yê li Qerebaxê tê dîtin.

Ermenistan ragihandiye ku Azerbaycan bi piştevaniya serbazên Tirkiyê êrîş kiriye ser xetên artêşa Ermenistanê ya li herêma Qerebaxê.

Li hember wê, hikûmeta Azerbaycanê jî diyar dike ku hêzên Ermenistanê gulle berdane xelkê Azerbaycanê.