Li Babê teqîn.. 50 kuştî û birîndar hene

Di encama teqînekê li bajarê Babê yê rojhilatê Helebê de, zêdetir ji 50 kes hatin kuştin û birîndarkirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Di encama teqînekê li bajarê Babê yê rojhilatê Helebê de, zêdetir ji 50 kesî hatin kuştin û birîndarkirin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, otombîleke bombekirî li bajarê Babê yê di destê çekdarên opozîsyona Sûriyê de ye teqiya.

Li gor zanyariyên destpêkê, di encama teqînê de 14 kes hatin kuştin û dora 40 kesên din birîndar bûne.

Amaje bi wê de, dibe ku hejmara kuştiyan zêde bibe, ji ber ku birînên gelek birîndaran giran in.

Li navçeyên di destê grûpên çekdaran ên Tirkiye piştevaniya wan dike de, rewşa ewlehiyê gelekî xirap e û her car jî teqîn tên kirin.

Duhî jî li bajarê Efrînê otombîleke bombekirî teqiyabû û di encamê de 2 kes birîndar bûbûn.