Kompaniya çîmentoyê dixwest li şûna mûçeyê çîmento bide xebatkaran

Li gor belgenameyekê, Kompaniya Giştî ya Çîmentoyê ji ber ku mûçe di dema xwe de dabeş nekiriye, ji xebatkarên xwe re diyar kiriye ku li şûna mûçeyê, dikarin çîmento werbigrin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gor belgenameyekê, Kompaniya Giştî ya Çîmentoyê ku ser bi Wezareta Pîşesazî ya Iraqê ye, ji ber ku mûçe di dema xwe de dabeş nekiriye, ji xebatkarên xwe re diyar kiriye ku li şûna mûçeyê, dikarin çîmento werbigrin.

Di belgenameyekê de hatiye diyarkirin: “Bi liberçavgirtina deregketina dabeşkirina mûçeyan ji dema xwe ya diyarkirî, Rêveberiya Giştî xebatkarên xwe pişrast dike bi wergirtina pênc ton çîmeto bi buhayê fermî û mehane 50 hezar dînar ji mûçeyên wan were qutkirin.”

Li hember vê, Wezareta Pîşesazî ya Iraqê daxuyaniyek belav kiriye û tê de hatiye eşkerekirin ku Wezîrê Pîşesazî ev belgenameya Kompaniya Giştî ya Çîmentoyê red kiriye.

Di daxuyaniya Wezaretê de hatiye destnîşankirin: “Wezîrê Pîşesazî di wê baweriyê de ye ku ev biryar biryareke takekesî ye û ji aliyê îdareya kompaniyê ve nehatiye nirxandin, herwiha bo navenda wezaretê nehatiye şandin.”

Herwiha Wezîrê Pîşesazî yê Iraqê Menhel Ezîz Xebaz lijneyek pêk aniye ji bo lêkolîna li ser vê mijarê û pêkanîna rêkarên pêwîst li hember wan kesên ku ev biryar dane.