Keça Kurd Bijîn Hesen li Almanyayê xelata salê wergirt

Keçeke Kurd a ji bajarê Qamişo yê rojavayê Kurdistanê ku li Almanyayê dijî, Xelata Niştimanî ya Xweguncandinê ya sala 2020an a Almanyayê wergirt.

Berlîn (K24) – Keçeke Kurd a ji bajarê Qamişo yê rojavayê Kurdistanê ku li Almanyayê dijî, Xelata Niştimanî ya Xweguncandinê ya sala 2020an a Almanyayê wergirt.

Bijîn Hesen ji sala 2014an ve li Almanyayê dijî û bi awayekî bilez fêrî zimanê Almanî bûye û xwe ligel civaka Almanî guncandiye.

Keça Kurd Bijîn Hesen di projeyeke bi navê "Ligel Bêjîn Fêr bibin" de bi rêya komeke Facebookê bi zimanê Kurdî, Almanî, Îngilîzî û Erebî alîkariya 155 jinên koçber ên li Almanyayê fêrî zimanê Almanî kiriye û hêsankarî ji bo têgihiştina wan li civak û karûbarên rojane û yasa û rêkarên Almanî kiriye.

Xelat deh hezar euro ye û ji aliyê Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel ve bo keça Kurd Bijîn Hesen hat bexşandin.

Piştî xelatkirinê, Angela Merkel ev agahî li ser hesabê xwe yê Instagramê danî.