Rakan Cibûrî dest ji erebkirina Kerkûkê bernade
Kerkûk (K24) – Parêzgarê sepandî yê Kerkûkê Rakan Cibûrî daxwaza hejmareke cotkarên eşîra Şemer pêşkêşî Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Kerkûkê kir. Cibûrî piştevaniya Erebên hawirde dike ku vegerin ser zeviyên di serdema rejîma berê de bi peyman ji wan re li sînorê Şaredêya Sergeran û gundên Pelkane, Xerabe û Şinaxe hatibûn dayîn.
Rakan Cibûrî di nivîsekê de ji Fermandariya Operasyonên Hevbeş daxwaz dike ku wan zeviyan ji cotkarên Kurd werbigre û bide Erebên hawirde.
Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Kerkûkê jî ku îmzeya Se'd Herbiye li ser e, ji Fermandariya Polîsê Kerkûkê dixwaze ku xwesteka Rakan Cibûrî were cîbicîkirin.
Li gor zanyariyên Kurdistan24ê, biryar e roja yekşema hefteya bê, Erebên hawirde careke din biçin sînorê Sergeran û bi piştevaniya hêzên ewlehiyê hewl bidin dest deynin ser zeviyên cotkarên Kurd.
Cotkarên Kurd ên wan deveran ku ji Kurdistan24ê re axivîne, dibêjin ku bi ti awayî qebûl nakin plana Erebên hawirde biçe serî û ji desthilatdarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz dikin ku ji bo pûçkirina vê planê, alîkariya Kurdan bike.
Ev hewldana Erebên hawirde bi piştevaniya Rakan Cibûrî di demekê de ye ku berî du hefteyan Wezîrê Dadê yê Iraqê bi nivîsekê hemû peymanên çandiniyê yên serdema rejîma berê betal kiribû.
Herwiha li ser vê mijarê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî avêtina ser gundê Xerabe yê li sînorê Sergeran ji aliyê artêşa Iraqê ve ku piştgiriya Erebên hawirde dikir, daxuyaniyeke tund arasteyî desthilatdarên Iraqê kiribû û tê de piştgiriya xwe bo cotkarên Kurd nîşan dabû û Erebên hawirde hişyar kiribû ku dagirkirina zeviyên Kurdan qebûl nakin û bi her awayî siyaseta erebkirinê red dikin.