"Tarîtiya li ser bûyerên Kobanî hêj nehatiye ronîkirin"

Di 6emîn salvegera bûyerên Kobaniyê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê de nûnerên partiyên siyasî û mafnasan ragihandin ku, hêj tarîtiya li ser bûyeran nehatiye ronîkirin.
kurdistan24.net

 

Diyarbekir (K24) - Di 6emîn salvegera bûyerên Kobaniyê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê de nûnerên partiyên siyasî û mafnasan ragihandin ku, hêj tarîtiya li ser bûyeran nehatiye ronîkirin.

Li gorî nirxandina rayedarên AK Partiyê, berpirsên ziyanên canî û malî rayedarên HDPê û PKKê bûne. Lê belê rayedarên HDPê vê yekê red dikin û dibêjin; herî zêde ew mexdûr bûne û desthilat naxwaze bûyer bê zelalkirin. Rayedarên Hudaparê jî amaje dikin ku divê daraz gunehbar û bêgunehan ji hev cûda bike.

Ji beriya 6 salan ango di sala 2014an de DAIŞê êriş bir ser bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê. Kurdên bakur û Tirkiyeyê bi daxwaza vekirina korîdora alîkariyê, bi rojan li kuçe û kolanan çalakiyên xwenîşandanê li dar xistin.

Di 6ê Cotmehê de li ser hesabê fermî yê HDPê bi biryara Lijneya Rêveber ya Navendî twîtek hat belavkirin û tê de bang li welatiyan dihat kirin ku derkevin kuçe û kolanan û êrişên DAIŞê û helwesta desthilatdariya AK Partiyê protesto bikin. Çalakiyên protestoyê wergeriya şerekî giran.

Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan, di bûyeran de 35 sivîl, 2 kesên biyanî, 2 polîs, 3 endamên rêxistina çekdar bi giştî 42 kesan canê xwe ji dest dan û 801 kes jî birîndar bûn. Rayedarên AK Partiyê, kesên ku banga derketina kuçe û kolanan kirine wekî berpirsê zirara canî û malî dibînin.

Serokê Rêxistina Diyarbekirê yê AK Partiyê Suleyman Serdar Budak dibêje; ji ber ku pêşiya bûyeran negirtine bi qasî rayedarên HDPê endamên hêzên ewlekariyê yên wê demê jî berpirsiyar in.

Suleyman Serdar Budak ji Kurdistan24ê re ragihand: “Wê demê hikûmetê deriyê xwe ji bo bi hezaran şêniyên Kobanî re vekir û me alîkariya wan kir. Lê mixabin welatî vexwendin kolanan û alozî derketin. Me hemûyan ji wan bûyeran zirar dît. Endamên FETO jî bi endamên PKKê re hevkarî kirin û bûn sebebên wan bûyeran. Piştî hingê fermandarê serbazan û yê ewlekariyê ji doza FETOyê ji peywîr hatin girtin.”

Ne tenê rayedarên AK Partiyê, rayedarên Partiya Doza Azad (Hudapar) jî HDPê û PKKê gunehbarê mirin û ziyaniyan dibîne.

Li gorî ragihandina rayedarên Hudaparê di bûyeran de 9 endam û alîgirên wan hatin kuştin. Rayedarên Hudaparê dibêjin; yên ku wê demê polîs ji kuçeyan vekişandine jî divê bên darizandin.

Cîgirê Serokê Giştî yê HUDAPARê Zekeriya Yapicioglu got; PKKê bi hêceta DAIŞê êrişî HUDAPAR û kesên oldar kir lê belê rayedarên dewletê jî rê li ber kuştinan negirtin û divê rayedarên wê demê jî bên darizandin.

Zekeriya Yapicioglu ji Kurdistan24ê re diyar kir: “Bi rastî hin kes dipirsin, dibêjin gelo çima piştî 6 salan vê operasyonê dest pê kir. Lazim em vê bipirsin; gelo ev operasyon di cih de ye an ne di cih de ye? Ango ew kesên ku hatine girtin tiliya wan di vî îşî de heye an nîne. Heger tiliyan di vî îşî de hebe û heger berpirsên qetlîamê bin ne 6 sal 60 sal jî derbas bibin lazim e hesab bê pirsîn. Heger na, piştî wan bûyeran bi 2-3 mehan jî vê operasyonê dest pê bikira lazim bû em li dijî derketina.”

Pêvajoya darizandina tawanbarên bûyeran ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran ya 19emîn ya Enqereyê ve hêj berdewam e. Li gorî gotinên şahidhaleke veşartî lêpirsîn piştî 6 salan hat berfirehkirin û 17 siyasetmedarên din yên HDPê hatin zindanîkirin. Şahidhal dibêje; bi fermana Endamê KCKê Duran Kalkan bi riya Hevserokê DBPê yê wê demê Kamuran Yuksek bo Selahedîn Demîrtaş hatiye gotin ku bila xelk derbikevin kolanan û li ser vê yekê Lijeneya Rêveber ya Navendî ya HDPê bi riya twîterê bang li welatiyan kiriye ku ji bo Kobanî derkevin kolanan.

Ji ber vê mijarê, ji bo rakirina parêzbendiya 7 parlementerên din fezleke tê amadekirin. Rayedarên HDPê dibêjin; wan tu caran ji ti kesî re negotine aloziyan derxînin û di bûyeran de gelek endam û alîgirên wan canê xwe ji dest dan.

Rayedarên HDPê, desthilatdariya AK Partiyê wekî berpirsê bûyeran dibîne. Wekîla Seroka Koma HDPê Meral Daniş Beştaş jî dibêje; wan banga çalakiyên demokratîk kirine lê belê heta ku Erdogan gotî Kobanî li ber ketinê ye jî tu kes nehatibû kuştin lê piştî van gotina bûyer mezin bûn.

Meral Daniş Beştaş destnîşan kir: “Desthilatdarî dixwaze bûyerên Kobanî bike hinceta êrişên li ser HDPê. Desthilatdariya wê demê pişta xwe da xelkê Kobanî û me jî xwest ku em vê rewşê bi çalakiyên demokratîk protesto bikin. Em her dibêjin; divê berpirsiyên bûyerê bên aşkerekirin û darizandin. Heta niha tenê berpirsiyarên kuştina 2 kesan hatine darizandin lê ji bilî wan berpirsiyarekî kuştinên din nehatiye darizandin. Berpirsiyarê bûyerê desthilatdar e. Divê Serokwezîr û Wezîrê Karê Navxwe yê wê demê tiştên ku dizanin bêjin.”

Saziyên civakî yên sivîl û mafnas dixwazin ku bûyerên Kobanî bi hemû hurgiliyên xwe bê lêkolînkirin û berpirsên rasteqîn bê darizandin. Mafnas Sidqî Zîlan parêzeriya hin malbatên ku zarokên wan jî canê xwe ji dest dabû kir. Li gorî nirxandina Sidqî Zîlan; ti berpirsiyariyeke Selahedîn Demîrtaş di bûyeran de nîne, lê belê hin kesên nêzîk PKKê ji tunebûna hêzên ewlekariyê Yasîn Borû û kesên din hedef girtin û bûn sebebê aloziyên mezin.

Sidqî Zîlan diyar kir: “Di van bûyeran de berpirsiyariya yekem ya dewletê ye, berpirsiyariya duyem ya hinek hêzên qirêj yên di nav PKKê de ye. Teqez HDPê tiştek wiha nexwestiye, ne jî dixwazin. Selahedîn Demîrtaş di vê mijarê de zirareke mezin dît. Faîlê vê mijarê, ango faîlê bûyera şehîd Yasîn Borû binçav kirin. Dozeke vekirin. Di wê dozê de gelek kesên bêguneh jî ceza girtin.”

19ê Cotmeha 2014an piştî hevdîtineke telefonî bi navbera Serokomarê Tirkiye Recep Tayîp Erdogan û Serokê Amerîkayê Barack Obama de Pêşmergeyên Kurdistanê di 28ê Cotmehê de li ser bajarên Bakur re derbasî Kobaniyê bûn û Kobanî ji DAIŞê hat rizgarkirin. Lê belê nîqaşên li ser bûyerên Kobanî û berpirsên bûyeran di nava siyasetê de hêj mijareke sereke ye.