Parlementoya Tirkiyê dema mana artêşa welatê xwe li Iraq û Sûriyê dirêj kir

Parlementoya Tirkiyê rizamendî nîşan da ku dema mana hêzên serbazî yên Tirkiyê li Iraq û Sûriyê heta saleke din dirêj bike.

Navenda Nûçeyan (K24) – Parlementoya Tirkiyê rizamendî nîşan da ku dema mana hêzên serbazî yên Tirkiyê li Iraq û Sûriyê heta saleke din dirêj bike.

Ajansa nûçeyan a fermî ya Tirkiyê AA ragihand: “Biryara dirêjkirina dema mana Artêşa Tirkiyê li Iraq û Sûriyê ji bo nehiştina metirsiyên îhtîmala her êrîşeke ji aliyê rêxistinên terorî ve li Iraq û Sûriyê bo ser Tirkiyê, hat derxistin.”

Duh sêşemê 6ê Cotmeha 2020an, Parlementoya Tirkiyê rizamendî nîşan dabû ji bo man û dirêjkirina dema karkirina tîmên Tirkiyê ligel şandên Neteweyên Yekbûyî li Komara Malî û Komara Efrîqaya Naverast heta saleke din.

Parlementoya Tirkiyê di 2yê Tebaxa 2016an de rê dabû hikûmeta welatê xwe ku salek kar ligel şandên Neteweyên Yekbûyî bike, bi mercê ku her sal li parlementoyê rizamendî li ser were nîşandan.