Hevserokê PYDê: Diyaloga Kurdî, bersivek ji gefên Tirkiyê re ye

Hevserokê PYDê Enwer Muslim ragihand, diyaloga Kurdî dê bibe bersivek ji gefên Tirkiyê re. Pêwîst e ev diyalog bi ser bikeve û aliyên kurdî bighêjin yekrêziyê.
kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê PYDê Enwer Muslim ragihand, diyaloga Kurdî dê bibe bersivek ji gefên Tirkiyê re. Pêwîst e ev diyalog bi ser bikeve û aliyên kurdî bighêjin yekrêziyê.

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Enwer Muslim ji K24ê re ragihand, diyaloga Kurdî dê bibe bersivek ji gefên Tirkiyê re, ji bo ku werin rawestandin. Ji bo civak li hember civaka navdewletî bibe yek û bikaribe ev zulm û zorê li Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Sipî tên kirin, zêdetir aşkere bikin.”

Got jî: “Em bi hêvî ne Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî (PYNK) û Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) û partiyên derveyî wan bikarin yekrêzî û yekhelwestiyê pêk bînin. Dijminên gelan her dem hewl didin ku yekbûn çênebe, bersiva herî girîng ji wê yekê jî ew e, em di demeke nêzîk de yekbûna xwe rabigihînin.”

Ji heyama zedetir ji 7 mehan e, ENKS û PYNK danûstandinên yekrêziya kurdî dikin. Her du aliyan heta niha li ser nerîna siyasî ya hevbeş û avakirina Lêvegera Kurdî ya Bilind li hev kirine.

Duhî jî Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) di daxuyaniyekê de tekezî li ser serxistina diyalog û danûstandinên kurdî kiribû û ragihand, tevî hin astengî hene, lê danûstandin ji bo tevlîbûna ENKSê di nava Rêveberiya Xweser de berdewam in.