Li Elbaka Wanê yekemîn berfa demsalê barî

Yekemîn berfa demsala payîzê li bilindahiyên navçeya Elbak a Wanê ya bakurê Kurdistanê barî.

Navenda Nûçeyan (K24) - Yekemîn berfa demsala payîzê li bilindahiyên navçeya Elbak a Wanê ya bakurê Kurdistanê barî.

Li devera serhedê pileya germê gelek daketiye û demek berê jî koçeran ji zozanan berê xwe dabûn gelî û deştan.

Girên bilind ên li navçeya Elbakê bi berfê xemilîn.

Şivanên ku dixwestên pezê xwe biçêrînin, li nav berfê bi zehmetî pezê xwe çêrandin.

Çendek berê jî, yekemîn berfa îsal li bilindahiyên Çiyayê Agiriyê barîbû.