Berê xebatkara hevjînê xwe bû, niha hevjînê wê li ber destê wê dixebite

Li Diyarbekirê jinek bi navê Sînem Acay ku li ber destê hevjînê xwe karê paqijiyê dikir di 5 salan de bû xwediyê kargehê.
kurdistan24.net

 

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê jinek bi navê Sînem Acay ku li ber destê hevjînê xwe karê paqijiyê dikir 5 salan de bû xwediyê kargehê û niha hevjînê wê li ber destê wê dişixule. Sînem Acay di heman demê de yekem hosteya jin a şîraniyê ya Diyarbekir e.

Sînem Acay, yekem hosteya jin a şîraniyê ya Diyarbekirê ye. Çîroka hostetiya şîraniyê ya Sînem Acay jî balkêş û rengîn e. Hosteya Şîraniyê di sala 2015an de li ber destê hevjînê xwe di hilberînxaneya şîraniyê de dest bi karê paqijiyê dike. Piştî demekê jî çêkirina şîraniyê bala wê dikêşe. Li gel karê paqijiyê bi çêkirina şîraniyê re jî mijûl dibe û dest bi çêkirina şîraniyê jî dike. Sînem Acay dibêje dema wê dest bi karê paqijiyê kirî qet nedihat bîra wê ku dê rojekê bibe xwedî kargehek şîraniyê.

Sînem Acay ji Kurdistan24ê re diyar kir: “Li hilberînxaneya hevjînê min wek xebatkara paqijiyê min dest bi kar kir. Paşê hêdî hêdî bala min çû ser karê çêkirina şîraniyê. Min jê hez kir. Ez hînî çêkirina şîraniyê bûm. Di vê pêvajoyê de hevjînê min rê ji min re vekir ku bibim xwedî pîşe. Ez niha gelek kêfxweş im û min çend armanc jî dane pêşiya xwe ku xwe pêş bixim.”

Hevjînê Sînem Acay, Recaî Acay jî niha li ber destê hevjîna xwe dixebite. Rewş guheriye û niha rêvebera kargehê Sînam Acay e. Recaî Acay dibêje wî ev kar ji bav û kalê xwe wergirtiye û heta beriya 3 salan jî serkar Recaî Acay bû. Recaî Acay dibêje baş e ku wî derfet daye hevjîna xwe û rê li ber vekiriye da ku bibe serkar.

Recaî Acay destnîşan kir: “Di destpêkê de hevjîna min bo alîkariya karê paqijiyê hat hilberînxaneyê û li vir alîkariya me kir. Paşê min dît ku maşallah jê re ku di karê şîraniyê de jêhatî ye. Ewqas xwe pêş xist ku niha hemû kar di deste wê de ye. Li vê derê xwediyê gotinê ew e. Ew çi bêje em wisa dikin. Lê li malê jî xwediyê gotinê ez im.”

Niha projeya di dorê de ya yekem hosteya şîraniyê ya Diyarbekir Sînem Acay ew e ku navê xwe di qada şîraniyê de bike wek markayekê û di bajarên din de jî şaxên kargeha xwe veke û di van kargehan de jî xebatkarên wê tenê ji jinan pêk bê û bo jinan derfeta îstîxdamê dabîn bike.