Ermenistan û Azerbaycanê agirbest ragihand

Bi navbeynkariya Rûsyayê, Azerbaycan û Ermenistan li ser agirbestê li hev kirin, ku demjimêr 12:00ê îro dikeve warê cîbicîkirinê.

Moskow (K24) – Bi navbeynkariya Rûsyayê, Azerbaycan û Ermenistan li ser agirbestê li hev kirin, ku demjimêr 12:00ê îro dikeve warê cîbicîkirinê.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li ser agirbestê diyar kir: “Rêkeftin bi agahdariya Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û rizamendiya Serokê Azerbaycanê Îlham Aliyev û Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşinyan hat kirin.”

Bû 11 demjimêr, nûnerên Azerbaycan, Ermenistan û Rûsyayê li ser danûstandinan berdewam in ji bo çareserkirina kêşeya herêma Nagorno-Qerebaxê, weke rêkeftineke destpêkê jî agirbest hat ragihandin.

Li gor nûçeyeke ajansa AFPê, Ermenistan û Azerbaycan li hev kirine ku ji bo aramkirina rewşê, li ser danûstandinan berdewam bibin.