Welatên herî zêde bazirganiya li gel Îranê dikin diyar bûn!
Hewlêr (K24) - Îran raporta bazirganiya li gel welatên biyanî belav dike. Têde dibêje, herî zêde Çîn û Iraqê tişt firotine Îrane ango hawirde kirine.
Berpirsê gumrikên Îranê Rûhûllah Letîfî dibêje, meha xezîranê 11 milyon ton tişt ji welatên derve kirîne. Ew jî dibe bi bihayê 5 milyar û 767 milyon dolaran.
Hat diyarkirin ku Îranê jî 2 milyon û 690 ton tişt firotine welatên derve. Ew jî dibe bi bihayê 3 milayar û 76 milyon dolaran.
Letîfî lîsteya welatên herî zêde tişt firotina Îranê wiha diyar dike:
Çînê meha xezîranê li gor meha Gulanê rêjeya firotina tiştan 6 ji sedê zêdetir kiriye. Çînê xezîranê 2 milyon û 267 ton tişt firotine Îranê. Bihayê wan 669 milyon dolar e.
Iraqê jî milyonek û 415 hezar ton tişt firotine. Bihayê wan jî 566 milyon dolar e.
Îmaratê milyonek û 215 hezar ton, bi bihayê 379 milyon dolaran firotine.
Efxenistanê 704 hezar ton bi bihayê 232 milyon dolaran firotine.
Tirkiyeyê 380 hezar ton bi bihayê 28 milyon dolaran."