Werzê berhevkariya rezan li Mêrdînê dest pê kiriye

Li Çiyayê Mazî yê Mêrdînê dims û gelek berhemên tirî tên hilberîn
kurdistan24.net

 

Diyarbekir (K24) – Berhevkariya berhemên rezan li bakûrê Kurdistanê dest pê kiriye. Bi taybet li Çiyayê MazîMêrdînê dims di serî de gelek berhemên tirî lê tê hilberîn her malabtekî li ser rezên xwe dest bi jê kirin-givaştin û çê kirina berheman kirine.

Dema berhevkariya rezan li Şemrex ango Çiyayê Mazî ya navçeya Merdînê bi dîmenên rengîn dest pê kiriye. Xwediyên rezan bi malbatî li ser rezen xwe ne û ji aliyekî ve tirî berhev dikin û digivêşin, ji aliyê din de jî li gor berhemên ku çê bikin amade kariyan dikin û berhemên cure reng bidest dixin.

Cotkar radigînin ku gelek merheleyên amadekariya bi dest xistina berhemên rez hene, lê ji ber ku bi kêf û kelecan vî karî dikin, tu zehmetî bo wan çê nabe.

Destpêka çêkirina hemû berhemên rez û tirî; bi jê kirin ango çinîna guşiyên tirî ji mêwan e. Maqbûle Bûlûs jî bi malbatê re hatiye ser rez û peywira wê jî berhevkariya tirî ye.

Maqbûle Bûlûs dibêje: "Zehmetiya wî heye, mirov berê diçinê, piştre diecikîne, piştre di sîtilekî de dikewudîne û piştî ku bi axake taybet re tê kewudandin û paqij kirin, ava tirî dimeyê û dibe şîre.  Herî dawî tê kelandin û dibe dims û dimsê Çiyayê Mazî jî baştirîn dimsê vê deverê tê zanîn."

Tirî yê ku tê berhev kirin, ji bo mehsereyan tên veguhastin û çavkaniya berhemên tirî; şîreya tirî tê givaştin. Kemal Akkuş jî tirî digivêşe û tîne ziman ku bi kêf û kelecan vî kara dike û radiginhîne ku  îsal tirî hem baş e hem jî zêde ye.

Kemal Akkuş dibêje: "Bi vê şîreyê emê dims çê bikin, lê dikare pilor û ji pilorê jî bastêq, benî û tiştên din jî bên çê kirin. Berhemdayîn îsal ji sala borî baştir e û zehmetiya kar jî heye, lê tirî û berhemên wî xweş û baş in, yanî xweşiyên kar zêdetir in."

Îsmaîl û Gewrê Kapan jî ku temenê wan ji 80 salî zêdetir e, tînin ziman ku xwe di nav rezan û karên cotkarî de nas kirine û heta niha hatine û niha jî bi mildayîna hev û bi zarok û neviyên xwe re, ew jî berhemên rezên xwe berhev dikin û çê dikin.

Îsmaîl Kapan û Gewrê Kapan diyar dikin: "Her karê me ev e, êdî em kal bûne, lê karê me ye û tiştekî din nîn e ku em bikin. Em ji rewşa xwe razî ne. Em bêtir ji bo mala xwe çê dikin, lê dema ku berhemên zêde hebin jî difroşin."

Hemdiye Kapan jî berhemên ji pilorê : bastêq, benî û kezme çê kiriye, niha jî dest bi çê kirina dims kiriye. Hemdiye dibêje: "Em dims amade dikin. Em li wir diesirînin (digivêşn) li wê dere dikewdînin û li vir jî dikelinin. Her carê em 35 kîlo dims biidest dixin. Em bastêq jî çê dikin û wek xuya ye halê me. Lê her tişt xweş e."

Piştî ku rez peywira xwe ya îsal xilas dike, yanî berhemên xwe radestî xwediyên xwe dikin, ji bo saleke din tên çê kirin da ku berhemdar bimînin.