Qamişlo.. Bijîşk hişyariyê li ser derketina karesateke mirovî didin

Tevî ku bi awayekî rojane halatên nû yên Koronayê têne tomarkirin, lê welatî xwe naparêzin û Rêveberiya Xweser ti tedbîran wernagire.
kurdistan24.net

 

Qamişlo (K24) – Li rojavayê Kurdistanê rewşa tendirustî xirab e. Tevî ku bi awayekî rojane halatên nû yên Koronayê têne tomarkirin, lê welatî xwe naparêzin û Rêveberiya Xweser ti tedbîran wernagire. Di dema ku Rêveberî dibêje, ji ber rewşa aborî tedbîrên rûbirûbûnê wernagire, hin bijîşk dibêjin, heger hejmara pêketiyan zêdetir bibe, karesatek dê rû bide.

Hejmara peketiyên vîrûsa Koronayê zêde dibe, lê ti tedbîrên rûbirûbûna belavbûna vîrûsa Koronayê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve nehatine standin.

Ji aliyê xwe ve, welatî xwe naparêzin û li kolan û bazaran qerebalixî pir e û rêjeyeke kêm maskên xweparêziyê bikar tînin.

Cîgirê Hevserokatiya Desteya Tendirustiyê Mihemed Xelef metirsiya xwe ji zêdebûna hejmara pêketiyan di van mehan de aşkere dike, lê dibêje ku biryara ragihandina qedexeyê, ne di destê wan de ye. Herwiha dide zanîn, Rêveberiya Xweser rewşa aborî ya xirab li ber çav digire, ji ber wê ti tedbîrên cidî wernagire.

10 salên krîza Sûriyê, bandoreke xirab li rewşa tendirustiyê kiriye. Hejmara nexweşxaneyan kêm e, derman gelek caran tune ye û alavên pêwîst jî pir kêm in ku li seranserî rojavayê Kurdistanê tenê 29 alavên henasedanê hene û hemû jî ne di kar de ne.

Diktor Iyad Ebdilkerîm dibêje, hejmara rast a pêketiyên Koronayê ji ya tê tomarkirin zêdetir e, ji ber ku tedbîrên cidî ji aliyê Rêveberiya Xweser ve nehatine girtin. Ji ber wê, dive welatî xwe biparêzin, yan jî dê karesateke mirovî çêbibe.

Tevî ku rojane haletên nû ji aliyê Desteya Tendirustiyê ve têne tomarkirin ku heta niha 2351 haletên Koronayê hatine ragihandin û 70 kesan jî bi wê vîrûsê canê xwe ji dest dane, lê Rêveberiya Xweser hemû tedbîrên rûbirûbûnê ji qedexeya çûnûhatinê û qedexeya kombûnê bi dawî kirine. Herwiha biryara sizadana welatiyan pabendî rêkarên xweparaziyê nabin jî, bi cih nake.