Welatiyên li deverên sînorî daxwaz dikin ku PKK ji gundên wan dûr bikeve

Hebûna endamên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê, ji bo welatiyan bûye pirsgirêk.

Duhok (K24) – Hebûna endamên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê, ji bo welatiyan bûye pirsgirêk û weke ew bi xwe dibêjin; divê PKK ji deverên wan dûr bikeve.

Valakirina gundên li ser sînoran ji ber PKKê berdewam e. Heta niha li sînorê parêzgeha Duhokê ji ber PKKê 300 gund hatine valakirin. Gundê Gelîkê gundê herî dawî yê sînorê Amêdiyê ye, ku piştî Rêveberê Asayîşa Serzêrê li ber çavên malbat û zarokên xwe ji aliyê endamên PKKê ve hat kuştin, hate valakirin.

Êvara 8ê Cotmeha 2020an, Rêveberê Asayîşa Deriyê Sînorî yê Serzêrê Xazî Salih Alîxan bi malbata xwe re serdana gundê Bîgdawda yê li sînorê nahiya Kanî Masî kiribû û li wir ji aliyê çend çekdarên nenas ve, bi çeka nîşangir hatibû birîndarkirin.

Piştî veguhestina wî bo nexweşxaneyeke li navçeya Zaxoyê, jiyana xwe ji dest dabû.

Li ser vê mijarê, Rêveberiya Giştî ya Asayîşa Hewlêrê bi daxuyaniyekê ragihandibû; piştî lêkolînan gihiştine wê encamê ku çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), ew efserê asayîşê şehîd kiriye.