Hunermendê Misrî Mehmûd Yasîn koça dawiyê kir

Mehmûd Yasîn, yek ji navdartitîn hunermendên Misr û cîhana Erebî di temenê 79 saliyê de koça dawiyê kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Mehmûd Yasîn, yek ji navdartitîn hunermendên Misr û cîhana Erebî di temenê 79 saliyê de koça dawiyê kir.

Omer Mehmûd, kurê Mehmûd Yasîn îro li hejmara xwe ya tora civakî “Facebook” nûçeya koça dawiyê ya bavê xwe belav kir.

Mehmûd Yasîn ji dayikbûna sala 1941an li parêzgeha Borseîd ya Misrê ye. Ji dawiya salên şêstî yên sedsala bûrî ve bi riya şano dest bi karê hunerî kir.

Di heyama karê xwe di şano, sînema û drama de, Mehmûd Yasîn beşdarî di zêdetir ji 160 fîlmî sînemayî, 20 karên drama û 20 şanoyan de kiriye.