Ali Babacan li hember qedexekirina şanoya Kurdî bertek nîşan da

Serokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA): “Bi rastî nayê qebûlkirin ku welatê me ev qas destwerdanê di zimanê welatiyên me yên Kurd de bike.”

Enqere (K24) – Serokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) Ali Babacan li ser qedexekirina şanoya Kurdî ku dê li Stenbolê bihata lîstin, bertek nîşan da û got: “Bi rastî nayê qebûlkirin ku welatê me ev qas destwerdanê di zimanê welatiyên me yên Kurd de bike.”

Serokê Giştî yê Partiya Demokrat (DP) Gultekin Uysal serdana Serokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) Ali Babacan kir û piştî hevdîtinê serokên her du partiyan, bersiv dan pirsên rojnamevanan.

Nûçegihanê Kurdistan24ê Omer Sonmez nêrîna Ali Babacan li ser qedexekirina şanoya Kurdî ya bi navê Bêrû pirsî, ku biryar bû duh li Stenbolê were lîstin, lê ji aliyê Qeymeqamiya Navçeya Gazîosmanpaşa ya Stenbolê ve, çend demjimêr berî destpêkirina şanoyê, hatibû qedexekirin.

Ali Babacan diyar kir: “Ev lîstika şanoyê, berhema hunermendekî xwedî xelata Nobelê ye. Helbet divê em li hûrgiliyên vê mijarê binêrin, lê ez dixwazim tenê li ser presîpan biaxivim. Bi rastî nayê qebûlkirin ku welatê me ev qas destwerdanê di zimanê welatiyên me yên Kurd de bike û ev mijar bibe mijareke wisa. Zimanê zikmakî yê welatiyên me yên Kurd e. Di vê mijarê de êdî Tirkiye welatekî azad e. Li gor destûra bingehîn û yasayên me jî ev mijar eşkere ye. Di dema herî baş a Tirkiyê de ev mijar hemû ji holê rabûn. Kes bila hewl nede ku Tirkiyê vegerîne salên 1990î. Divê destwerdanê di mafên mirovahiyê yên kesekî de neyê kirin. Rêveberiyeke ku ji zimanê welatiyê xwe ditirse, nayê qebûlkirin.”

Serokê Giştî yê Partiya Demokrat (DP) Gultekin Uysal jî li ser qedexekirina şanoya Kurdî diyar kir: “Mirovên me di jiyana xwe ya civakî de, di jiyana xwe ya takekesî de, di çalakiyên xwe yên civakî de bikevin nav gengeşeyeke li ser ziman, ez vê yekê weke kêmasiyek bi nav dikim.”

Duh sêşemê 13ê Cotmeha 2020an, Qeymeqamiya Gazîosmanpaşa şanoya Kurdî ya ku dê li Stenbolê bihata pêşkêşkirin, çend demjimêr berî destpêkirinê qedexe kiribû.

Biryar bû şanoyeke Kurdî li Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê were pêşkêşkirin.

Polîsên Stenbolê fermana qedexekirinê ji bo îmzekirinê dabûn lîstikvanên Kurd, lê lîstikvanên şanoyê red kiribûn ku fermanê îmze bikin.

Koma şanoyê Teatra Jiyana Nû ya ser bi Navenda Çandê ya Mezopotamyayê, ji bo pêşkêşkirina şanoya Bêrû ya Dario Fo, xwe amade kiribû.

Şanoya ku ji aliyê Dilawer Zeraq ve bo zimanê Kurdî hatiye wergerandin û dê Rûgeş Kirici, Omer Şahin, Rewşan Apaydin û Cihad Ekinci pêşkêş bikira û Nazmi Karaman jî derhêneriya wê dikir, di dîroka 106 salî ya Şanoyên Bajêr de, dê biba yekem şanoya Kurdî.