Di serdema koronayê de firotina dermanên sexte zêde bûye

Jûra Dermansazan a Diyarbekirê hişyariyê dide ku keysbazan berê xwe dane qada dermansaziyê û dermanên kîmyewî yên ji pişkinîna fermî derbas nebûyîn difiroşin welatiyan.
kurdistan24.net

 

Diyarbekir (K24) - Jûra Dermansazan a Diyarbekirê hişyariyê dide ku di serdema pandemiyê de keysbazan berê xwe dane qada dermansaziyê û dermanên kîmyewî yên ji pişkinîna fermî derbas nebûyîn difiroşin welatiyan. Dermansaz dibêjin bi taybetî bila welatî baweriya xwe bi dermanên rêya înternetê tên firotin, neynin.

Di serdema vîrusa koronayê de yek qadên ku herî zêde bala mirovan dikêşe bazara dermansaziyê ye. Keysbazên ku dixwazin xelkê bi rêya dermanên sexte bişelînin jî vê hestiyariya xelkê ji xwe re bi kar tînin.

Kesên ku dixwazin kîloyên xwe yên zêde bidin an jî dixwazin xwe ji vîrusa koronayê biparêzin car caran dikevin tora keysbazên dermanan.

Serokê Jûra Dermansazan a Diyarbekir Mahmut Sert dibêje wan îsal li gel dozgeriyê giliyê keysbazên dermanan kirine û ji sala 2016an ve jî keysbaz ji nêz ve tên şopandin lê di dema pandemiyê de dîsa derketin holê.

Mahmut Sert ji Kurdistan24ê re ragihand: “Bi taybetî di dema pandemiyê de keysbazên wisa derketine holê ku ji ber hestiyariya mirovan dikarin bi hêsanî wan bixapînin. Me çend caran giliyê malperên wisa ji ser înternetê derman difiroşin kir. Ew malper bi biryarên dozgeran hatin girtin. Lê mixabin bi naveke din dîsa malperên wisa vedikin. Bila xelkê baweriyê bi tiştên wisa neynin û guh bidin dermansaz û bijîşkan.”

Yek ji rêbazên ku herî zêde keysbazên dermanan bi kar tînin jî firotin û reklama bi rêya înternetê ye. Derbarê dermanên sexte û kîmyewî de Dermansaz Taha Muhammed Sadaka dibêje welatî bizanin ku bi teqez ew dermanên ku ji pişkinînê derbas nebûne û li dikan û malperên înternetan tên firotin nabin dermanê nexweşiyan û berevajiyê wê dibe sedema nexweşiyên nû jî.

Taha Muhammed Sadaka diyar kir: “Em ji xelkê xwe re dibêjin dermanên li ser înternetê tên firotin piraniya wan sexte ne. Dermanên ku ji pişkinînên fermî derbas nebibin divê neyên standin. Kesên ku vî karî dikin qet girîngiyê nadin tendirustiya mirovan, tenê dixwazin pereyan qezenc bikin.”

Dermansaz bang dikin ku rê li ber firotina dermanan a li market û dikanan were girtin û sizayê binpêkirina yasayan jî were tundtirkirin, ji ber ku her çiqas hîn vaksînek bo koronayê nehatibe peydakirin jî lig elek deveran dermanên sexte wek dermanê koronayê tê firotin û ev yek her ku diçe zêdetir dibe.