Îlham Ehmed: Em amade ne ligel rejîma Sûriyê danûstandinê bikin

Seroka Encûmena Cîbicîkar a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed ragihand ku ew amade ne danûstandinê bi rejîma Sûriyê re bikin.
kurdistan24.net

 

Hewlêr (K24) – Seroka Encûmena Cîbicîkar a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed ragihand ku ew amade ne danûstandinê bi rejîma Sûriyê re bikin.

Daxuyaniya Îlham Ehmed a li ser danûstandina bi rejîmê re, ne cara yekem e, lê her dem bersiva rejîma Sûriyê ew bû ku ew danûstandinê bi MSD an jî Rêveberiya Xweser re nakin.

Îlham Ehmed eşkere dike; her ku çareseriya siyasî dereng bikeve, rewşa welatiyên Sûriyê zehmettir dibe. Herwiha tekez dike ku zexteke navdewletî dê li ser rejîmê bibe, da ku diyalogê bi aliyên Sûriyê re bike.

Îlham Ehmed ji Kurdistan24ê re ragihand: “Ji aliyê me ve, deriyê me dê her vekirî be, di encamê de yê ku herî dawî zirar dike careke din gelê Sûriyê ye. Ji bo vê, çareserkirin rasttir e. Dem dê zêdetir jî biçe, bawer dikim dê zexteke navdewletî jî li ser rejîmê çêbibe.”

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ku beşeke ji Îtilafa Opozîsyona Sûriyê ye, li ser mijara danûstandinên bi rejîmê re dibêje ku ew ê tenê bi rêya Îtilafê û bi garantiya navdewletî danûstandinê bi rejîma Sûriyê re bikin.

Herwiha dibêje ku bawerî bi rejîmê tine ye, loma divê garantiyeke navdewletî hebe, da ku rejîm sozên xwe pêk bîne.

Di çarçoveya dîtina çareseriyeke siyasî de ji bo krîza Sûriyê, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) zêdetirî carekê ligel rejîma Sûriyê li Şama paytext civiyan û danûstandin kirin, lê ew danûstandin negihiştin serî û rejîm biryara bidawîkirina diyalogê da.

Hin çavdêr dibêjin ku tevî derbasbûna 10 salan di ser krîza Sûriyê re û tevî ku rejîm di gelek waran de qels bûye, lê hişmendiya wê nehatiye guhertin û eger zexteke navdewletî tine be, ew ti car danûstandinê bi Kurdan re nake.