Navenda Kerentînê ya Kobanî rastî gelek astengiyan tê

Navenda Kerentînê ya tekane li bajarê Kobaniyê bi gelek pirsgirêk û astengiyan re rûbirû ye û alav û pêwîstiyên bijîşkî û cireyên oksicînê kêm in.
kurdistan24.net

 

Kobanî (K24) – Navenda Kerentînê ya tekane li bajarê Kobaniyê bi gelek pirsgirêk û astengiyan re rûbirû ye û alav û pêwîstiyên bijîşkî û cireyên oksicînê kêm in.

Di haman dema ku nexweşiya Koronayê di nava xelkê de bi awayekî zêde belav dibe, Navenda Kerentînê ya li kobanê di gelek pirsgirêkan re derbes dibe.

Rêvebera Navenda Kerentînê ya Kobaniyê Tolîn Ehmed ji K24ê re got: “Em gelek astengî ji bo peydakirina oskicînê dibînin. Gelek alavên henasedanê li vir kêm in. Tenê 6,7 alav hene û ew jî têra nexweşan nakin. Di aliyê de dermanan de, niha dermanan hene, lê ew têra çareserkirina 100 nexwaşan nake. Herwiha em gelek astengî ji bo girtina testan û PCR dibînin. Rojane bi sedan kes xwe me digire. Amûre ne li cem ye, loma em testan dişînin Qamişlo. Karîna girtina 100 testan rojane tune ye.”  

Karîna Navenda Kerentînê heye pêşwaziyê li heta 200 nexweş bike. Karmendên jî wê hawl didin ku bi karînên xwe yên li ber dest, xizmetên tendirustî pêşkêşî nexerşan bikin.

Hejamra nexweşên Korona yên ku ji aliyê Desteya Tendirustiyê ve hatine tomarkirin, gihîştiye 160 kesan û heta niha jî 5 kesan ji wan canê xwe ji dest dane. Herwiha li gor rêveberiya Navenda Kerentînê jî, 35 nexweş baş bûne.

Desteya Tendirustî li bajarê Kobanê di wê metirsiyê de ye, hejmara pêketiyên Koronayê bi demsala Zivistanê re pir bibe û rewş ji bin karînên wan ên tendirustî derkeve.