Dîlan Yeşîlyaprak bi riya mûzîkê jinan li hev kom dike

Dîlan Yeşîlyaprak di vê atolyeyê de jinan fêrî amûrên mûzîkê yên perkusyonê dike.
kurdistan24.net

 

Stenbol (K24) – Mûzikjena Kurd Dîlan Yeşîlyaprak a ji Mêrdîna Bakurê Kurdistanê ye, ji bo jinên ku dema pandemiyê gelek rastî tundiyê hatine û zehmetî kişandine, dest û zendê xwe ba dide û li Stenbolê atolyeya muzikê vedike û di vê atolyeyê de jinan fêrî amûrên muzîkê yên perkusyonê dike, da ku hunera jinan jî nîşan bide. Armanca mûzikjena Kurd ew e ku komeke bi temamî ji jinan pêk tê ava bike û bi navê Jinên Perkusyonîst ên Kurdistanê li hemû cîhanê festîval bi festîval bigere.

Dîlan Yeşîlyaprak a ji bajarê Mêrdînê ye ku ji zaroktiya xwe ve bi muzikê re eleqedar e li Misirê fêrî perwerdehiya darbûqa bûye, dema pandemiyê ji bo şikandina tesîra corona ya li ser derûniya jinan bi taybetî jî jinên rastî tundiyê tên hevgirtina wan jinan nîşan bide li Stenbolê atolyeyek ava dike û bi rêya muzîkê hunera jinan jî nîşan dide.

Mûzîkjen Dîlan Yeşîlyaprak ji K24ê re got: “Di dema pandemiyê de mixabin li malê gelek jin hatin kuştin. Piraniya wan ji aliyê mêrên xwe, brayê xwe, destgirtiya xwe û bavê xwe ve hatin kuştin. Ev mesele ez pir acizkirim û min xwest ez bi awayekê bikevim wan hundiran û nêzî wan jinan bibim. Loma min xwest ez cîhekî ava bikim ku jin li wir bêhnekê bidin.”

Muzîkjena Kurd li gel jinan bi mebesta karên serkeftî bike armanca xwe wiha bi lêv dike. Dîlan Yeşîlyaprak dibêje: “Niha armanca min ew e ku ez dixwazim komek ku tenê ji aliyê jinan ve hatiye avakirin yanê tê da tenê jin hene pêk bînim û bi vê komê li hemû dinyayê bigerim bi navê wek jinên Kurdistanê, perkusyonîstên Kurdistanê festîval bi festîval bigerim û bi vî şeklî bi ser kevim.”

Di nav wan kesên beşdarî muzika atolyeyê dibin, kesên xebatkar, xwendekar û kebaniya malê hene.

Beşdara Atolyeya MuzîkêAsli Îzgî dibêje: “Piştî ku jin xwest û hewl da tiştek tune ku nikarin bikin. Ez bi xwe hem dixebitim, hem karê mala xwe jî dikim û xweytiya zarokê xwe yê 21 salî dikim. Li vir em gelek jin di ser muzikê re xwe digihînin hev û me pêwendiyeke baş a dostane danî.”

Beşdara Atolyeya Muzîkê Gulê Koparir diyar dike: “Em jin jînên xwe li vir nêzî hev dikin û parve dikin bi hev du re diaxivin. Wextê xwe bi muzîkê re derbas dikin ev tiştekî xweş e çimkî em ji muzîkê pir hez dikin.”

Mûzîkjen Dîlan dibêje ji zêdeyî 500 jin daxwaza hînbûna amûrên perkusyonê kiriye lê belê ji ber pirsgirêka peydekirina cîh û hin bêderfetiyan encaq bi 30 kesan re atolyeya muzîkê ava kirine.