Tirkiye! Sebeb û armancên gûherina yasaya hilbijartinê

Serokên MAK'ê Alî Kulat, Serokê ANAR'ê Îbrahîm Uslu û Berdevka HDP'yê Ebrû Gûnay bersiva pirsên Kurdistan24'ê dide.

Enqere (K24) - Parlamentoya Tirkiyeyê piştî navbera havînê dest bi kar kir. Ji mijarên serekî yên parlamentoyê yasaya hilbijartinê ye. Niha li Tirkiyeyê benda  %10 heye. Ew partiyên nikarin ji %10'an zêdetir dengan werbigrin, nikarin di parlamentoyê de cî bigrin.

Ev çend rojin partiya deshilatê û partiyên mûxalefetê li ser van mijaran nîqaşan dikin. Gelo guherînên di yaseya hilbijartinê de û daxistina benda hilbijartinê tê çi wateyê û bi xwe re çi tîne.

Ev çend sal in yasaya siyasî ya Tirkiyeyê hatiye gûherîn û jêre dibêjin, "Sîstema Serokkomariyê."

 

Serokên MAK'ê Alî Kulat, Serokê ANAR'ê Îbrahîm Uslu û Berdevka HDP'yê Ebrû Gûnay bersiva pirsên Kurdistan24'ê dide.Serokê kompanyeya rapirsiya MAK'ê Mehmet Alî KULAT diyar dike ku "Di sîstema Serokkomariyê de benda hilbijartinê ne giring e. Ji ber ku êdî çend partî dibin tifaq û beşdarî hilbijartinan dibin. Lêbelê armanca deshilatê ya bi van guherînan cûda ye."

Serokê MAK'ê Mehmet Alî KULAT dibêje:

"Êdî di pergala serokkomarî de zêdetr bi tifaqan partî dikevin hilbijartinê ji ber vê çendê jî daxistina benda hilbijartinên zêde girîng nîne. Lê belê deshilat bi vê daxistinê di yasaya hilbjartinê de jî guherînê dike. Ev guherîn pergala hilbijartinê ya herêmên sînordarkirî bi xwe re tîne. Bi vê pergalê jî di parlementoyê de parlementerên kî zêde bin ev serkeftî dibe. Daxistina benda hilbijartinê jî dibe ku kêrî partiyên nû bê."

Li gorî serokê kompanyeya rapirsiya ANARê Îbrahîm USLU jî guherînên di yaseya hilbijartinên de ji bo partiyên biçûk talikeyeke mezin tîne taybetî jî bo partiya hevkarê deshilatê MHP'yê.

Serokê ANAR'ê Îbrahîm USLU wiha dibêje:

"Ak Partî bi guherîna yaseya hilbijartinê du pergalên hilbijartinê yên weke 'deverên teng û herêmên sînordarkirî' ava dike. Lê ev her du pergal ji bo partiyên ku rêjeya dengên wan kême astengiyeke mezine. Ger ev pergal karîger bibin hevkarê deshilatê MHP nikare bikeve parlementoyê û egerek zêde di bin benda hilbijartinê de jî dê bimîne. Ev yek dê tifaqa AKP û MHP'yê hilweşîne. Ji loma jî daxistina benda hilbijartinê weke formûlekê ditin bo MHPê ku bikeve parlementoyê di pergala nû ya hilbijartinê de."

Berdevka HDP'yê Ebrû Gûnay jî diyar dike ku deshilat tenê dixwze bi rojevên wala muxalefetê têk bibe û bi guherînê jî dixwaze deshilata xwe domdar bike.

Berdevka HDP'yê Ebrû GÛNAY dibêje:

"Dixwaze bi van nîqaşan re muxalefetên Tirkiyê belav bike û li gorî xwe dizayn bike. Di heman deme de dixwaze deshilatiya xwe domdar bike lê ez dibêjim êdî ne mimkûne. Heta niha li cîhanê tu faşîzîm çi deshilat domdar nebû."
Li Tirkiyeyê di sala 2018'an de piştî karîgerkirina pergala serokkomariyê di yaseya hilbjartinê de jî guherîn çêbûn û partiyek dema ku bixwaze li Tirkiyê bêbe deshilat pêwîste ji sedî 50'yan zêdetir deng bistîne. Her partiyek ji bo ku bikaribe bikeve parlemetoyê hewceye benda hilbijartinê ya ji sedî 10 derbas bike. Lê niha careke din tê xwastin ku ev pergala hilbijartinê bê guhertin.