Kerkûk.. Teroristek di dema vedana bombeyekê de hate kuştin

Polîsa Federal a Iraqê ragihand, terorestekî dema bombeyeke vedida, hat kuştin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Polîsa Federal a Iraqê ragihand, terorestekî dema bombeyek li parêzgeha Kerkûkê vedida, hat kuştin.

Nivîsgeha Ragihandinê ya Fermandariya Hêzên Polîsa Federalî ragihand, hêzeke Firqeya 5 a Polîsa Federalî karî îro teroristekî bikuje. Ew teroristî mijûlî vedana bombeyekê li ser riya Kerkûk û Selahedîn bû.

Diyar kir jî, wî teroristî hewl dida bi wê bombeyê karwana Firqeya 5 ê Polîsa Federalî armanc bigire. Her çend e dema terorist hatiye dorpêçkirin, hewl da xwe bi teqîne, lê ji aliyê wê hêza Polîsa Federalî ve hate kuştin.