Feysel Yûsif: Şanda Swêdê diyaloga ENKS û PYNKê gelek girîng dibîne

Endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Feysel Yûsif ragihand; şanda Swêdê diyaloga ENKS û PYNKê gelek girîng dibîne.
kurdistan24.net

 

Hewlêr (K24) - Endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Feysel Yûsif ragihand; şanda Swêdê destnîşan kiriye ku dewleta Swêdê diyaloga navbera ENKS û PYNKê gelek girîng dibîne

Feysel Yûsif ji bajarê Qamişlo yê rojavayê Kurdistanê beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û li ser hûrgiliyên civîna ENKSê ya ligel şanda Swêdê bersiv da pirsên Cemal Batun.

Yûsif eşkere kir ku şanda Swêdê ji ENKSê xwestiye li ser diyaloga navbera ENKS û PYNKê zanyariyan werbigre û got: “Me ji wan re got; qonaxa ku em gihane heta niha û nakokiyên ku hene, yên ku heta niha em li ser disekinin, em hêvîdar in ku rêyek jê re bê dîtin, çareser bibin.”

Şanda Swêdê destnîşan kiriye ku dewleta Swêdê diyaloga navbera ENKS û PYNKê gelek girîng dibîne û daxwaz kiriye ku ev diyalog bi ser bikeve.

Feysel Yûsif destnîşan kir: “Em ji aliyê xwe ve, me ji wan re got; qonaxa ku em niha gihane, rêkeftin divê bingehek bibe, erêkirinek ji berjewendiyên miletê Kurd re be, ne ji me her du aliyan re tenê bibe, ew pirsgirêkên ku xelk pê têne êşandin, bi temamî çareser bikin. Rêveberiyek hebe ku rêveberiya xelk û milet be. Meseleyên leşkerî jî ku hebin, ew mesele parastina milet be, ne yek alî tenê be.”

Li ser pirsa "Gelo civînên diyaloga Kurdî – Kurdî berdewam dikin?", Feysel Yûsif eşkere kir: “Civînên diyaloga Kurdî, her wextî bi gelek tiştan ve girêdayî bûn. Carinan me rûbirû danûstandin dikir, carinan jî bi awayekî dîkument me bi hevdû re bi rêya Amerîkiyan ve danûstandin dikir. Îro jî civata dawî, em bi Kak Mezlûm re rûniştin, ev tiştên ku niha em dibêjin ku em karibin çareser bikin, di vê navberê re jî, ew çavdêriya nûnera Amerîkayê ku îro jî rewşeke wê ya taybet heye.”