Nivîskarek pirtûkên kurdî diyarî belav dike

Nivîskarek her kesê pirtûkek tirkî bikire yeke kurdî diyarî dideyê.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Nivîskarekî kurd li Stenbolê ji bo xwendina Kurdî zêdetir belav bibe, dest bi xebateke balkêş dike. Ew nivîskar, di pirtûkxaneya xwe de ji bo her kesên ku pirtûkên Tirkî tînin re bêpere pirtûka Kurdî dide da ku Kurd zêdetir Kurdî bixwînin û xwedî li zimanê xwe derkevin. Bi vê xebata ku bi mebesta şikandina tesîra pişaftina li ser zimanê Kurdî hatiye destpêkirin, bi hezaran pirtûkên Kurdî gihiştiye ber destê xwîneran. 

"Zimanên biyanî, çek û kincên me ne, lê zimanê Kurdî çerm û laşê me ye" bi vê gotina xwe zimanzan û nivîskarê Kurd Celadet Alî Bedirxan bal kişandiye ser girîngiya zimanê Kurdî. Wekî wî gelek şa'ir û nivîskarên Kurd, dest ji vî laşî bernedan.

Ji bo berdewamiya vê mantalîteya li ser zimanê Kurdî li Stenbolê nivîskarekî Kurd Şivan Zerenê Cizîrî, dest û zendê xwe ba dide; tevî berhevkirina kitêbên ji welatê xwe û beramberî bi çenteyên destê çêdike, ji weşanxenayên Kurdî pirtûkan tîne û ji kesên kitêba Tirkî tînin re kitêba Kurdî dide da ku her Kurd meyla xwe bide ser zimanê dayika xwe û xwedî li zimanê xwe derkeve.

Nivîskar Şivan Zeren ji K24ê re got: “Li Nisêbînê dema rewşa awarteyê gelek kitêbên Kurdî di jêrzemînan/bodrûman de dihatin veşartin. Min wan hemû kitêban ji Nisêbînê anî Stenbolê. Ji bilî vê min go ez haziriyeke mezin bikim da ku li hemberî pişaftinê gaveke mezintir biavêjim. Min çenteyên bi destê xwe çêkiribûn bi kitêbên ji weşanxaneyên Kurdî re teqas kir. Min wan kitêban hemû berhev kir û dest bi vê xebatê kir.”

Şivan Zeren ku di vê kitêbxaneyeke xwe ya biçûk de çend meh in ev xebat daye destpêkirin dibêje, bi pergala taqasê, heta niha 3 hezar pirtûkên Kurdî gihiştiye ber destê xwendekarên Kurd.

Nivîskar Şivan Zeren dibêje: “Divê em xwendin û fêrkirin bigihînin her malekê, hewceye em di malan de kitêbên Kurdî bi cîh bikin. Belkî di wê malê de yekî dest bi Kurdî bike. Dibe ku dê û bav nexwîne lê zarok wê dest pê bike. Loma di nav kitêbên min teqes kirin de kitêbên zarokan jî hene ku zarok pê bixwînin.”

Gelek gêncên Kurd ku di nav wan de bi vê xebatê cara ewil dest bi xwendina berhemeke Kurdî dikin hene bo pêşketina miletekî girîngiyê didin vê xebatê.

Xwendevan Ronî Aram: “Gelek pirtûkên min Tirkî hebûn min wan hemû bi pirtûkên Kurdî guıhertin. Kurdî zimanê me ye em jê hez dikin divê em xwedî lê derkevin. Divê em zêde bixwînin da ku bi pêş kevin. Heya mirov bi zimanê xwe nexwîne zimanê mirov jî bi pêş nakeve.”

Xwendevan Omer Faruk Bariş: “Min kitêbên Tirkî anî şûna wan kitêbên Kurdî standin û ev ji bo zimanê me gelekî baş e.”

Nivîskarê Cizîrî, xebata xwe wek dilopekê di behreke dewlemend a zimanê Kurdî de dest nîşan dike û hêvî dike dilop bi dilop ev behr dewlementir bibe.