Pispor: Tirkiye çekdarên Sûrî ji bo siyaseta derve bikar tîne

Şerê di navbera Ermenîstan û Azerbaycanê de ku tevî agirbestan didome nîqaşa ji aliyê Tirkiyê ve şandina çakdarên muxalîf ji Sûriyê bo Qarabaxê jî bi xwe re aniye û mijareke germe di rojevê de.
kurdistan24.net

 

Enqere (K24) – Şerê di navbera Ermenîstan û Azerbaycanê de ku tevî agirbestan didome nîqaşa ji aliyê Tirkiyê ve şandina çakdarên muxalîf ji Sûriyê bo Qarabaxê jî bi xwe re aniye û mijareke germe di rojevê de. Li gorî hin pisporên Tirkiyê şandina çekdaran ji Sûriyê dereve û ji bo propagandayê tê bikaranîn. Lê hin akademîsyenên ji Rûsyayê dibêjin nayê înkarkirin ku Tirkiye çekdaran naşîne Qerebaxê û Tirkiye weke polîtîkayekê van çekdaran bikar tîne.

Di roja ku şerê navbera Ermenîstan û Azerbaycanê dest pê kir mijara ji aliyê Tirkiyê ve şandina bi hezaran çekdarên Sûrî bo Qerebaxê ku dijî Ermenîstanê şer bikin di rojeva cîhanê de ye. Herî zêde Rûsya vê yekê bilêv dike û ji ber şandina çekdarên ji Sûriyê hişyariyê dide Tirkiyê. Beramberî vê yekê Tirkiye van gotinan qebûl nake û dijberî vê yekê dibêje ku Fransa, Rûsya û Amerîka alîkariyên leşkerî bo Ermenîstanê dike û çekdarên di bin konrtola xwe de jî dişîne Ermenîstanê

Li gorî Serokê Navenda Lêkolînên Kafkasyayê Prof. Dr. Hasan Oktay mijara şandina çekdaran ji Sûriyê bo Azerbaycan û Ermenîstanê weke propaganda bin av dike û dibêje her du dewlet jî ji bo ku xwe di qada navdewletî de rewa nîşan bidin xwe vedişêrin pişt van gotinan lê di rastiyê de her du welat jî rast nabêjin.

Dr. Hasan Oktay ji K24ê re got: “Ermenîstan li ser daxuyaniya Beşar Esad îdîa dike ku bi destê Tirkiyê çekdarên muxalîf ên Sûriyê hatine Qerebaxê. Ermenîstan bi vê yekê jî dixwaze zêdetir bala Rûsyayê bikêşe vê derê ji ber ku ev rêxistinên cîhadîst bo Rûsyayê gefeke mezin in. Azerbaycan jî îdîa dike ku Ermenîstan bi endamê YPG û PKKê re dîjî wan şer dike. Ev her du îdîa gotinên manîpûlatîf in û ji rastiyê dûr in. Ji ber ku her du aliyan jî heta niha derbarê vê yekê de delîleke ber bi çav nîşan nedane.”

Lê belê pisporê pêwendiyên navdewletî Kerîm Has ku ji zankoya Moskovayê akademisyen e amaje dike ku di nava evqas belgeyan de nayê redkirin ku Tirkiye çekdaran naşîne Qerebaxê û heta Tirkiye niha van çekdaran veke polîtîkayeke navdewletî bikartîne.

Dr. Kerîm Has dibêje: “Ji aliyê Serokê Rûsyayê Pûtîn, wezîrê karên derve û serokê îstîxbarata Rûsyayê ve rasterast hîşyarî ji bo Tirkiyê tê dayîn derbarê şandina cîhadîstan ji Lîbya û Sûriyê bo Qarabaxê. Ne tenê Rûsya, Fransa û medyaya Ewropayê jî bi belgeyan nîşan didin ku Tirkiye van rêxistinan rêdike Qerebaxê û ev nayên înkarkirin. Ev yek dê rojên bê de serê Tirkiyê zêde zêde biêşîne. Ev çekdarên cîhadîst ên bipere bûne amûra Tirkiyê ya politikaya derve û li ku derê bixweze rêdike wê derê.”

Li gel rayedarên Rûsyayê, Fransa û Rejîma Sûriyê jî diyar kirin ku di destê wan debelge hene ku Tirkiyê bi sedan çekdar ji Sûriyê bo Azerbaycanê rêkirine. Rewangeha Mafê Mirovan a Sûriyê jî ragihand ku herî dawî 400 çekdar derbasî Azerbaycanê bûne û heta niha nêzîkê 2 hezar û 50 çekdarên ku Tirkiye pêştevaniya wan dike beşdarî şerê Azerbaycan û Ermenîstanê bûne. Lê Tirkiye her van gotin û îdayan red dike.