Li Diyarbekirê yekemîn rûniştina doza kuştina Tahir Elçî birêve diçe

Piştî 5 salan, Îro rûniştina yekemîn a doza kuştina Serokê Berê ya Baroya Diyabekirê Tahîr Elçî li Diyarbekirê birêve diçe.

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî 5 salan, Îro rûniştina yekemîn a doza kuştina Tahîr Elçî li Diyarbekirê birêve diçe.

Peyamnêrê K24ê li Diyaberkirê da zanîn, îro yekemîn rûniştina dadgehkirina kujerên Serokê Berê yê Baroya Diyarbekirê Taher Elçî tê lidarxistin.

Da zanîn jî, bi sedan parêzerên bajarên Tirkiye û bakurê Kurdistanê ji bo ji nêz ve çavdêriya dadgehkirinê bikin, serdana Diyarbekirê kirine.

Peyamnêrê me diyar kir, di êdîanameyê de 4 bergûman wek berpirsê kuştina Tahir Elçî tên dîtin, ji wan 3 kes polîs in û kesê çarem jî endamê PKKê ye.

Amaje bi wê da, ji wan her sê polîsan cezaya 6 salan zîndan û ji bo wî endamê PKKê jî cezaya hetahetayî tê xwastin.

Got jî, nayê çaverêkirin ku di vê rûniştinê de biryarek bê derkirin, ji ber ku kêmanî di belgeyên vê dozê de hene. Wek mînak, guleya ku Tahir Elçî pê hatiye kuştin nehatiye dîtin.  

Li aliyê din, Human Rights Watch ji Tirkiyeyê xwest ku di doza kuştina Tahir Elçî de dadperweriyê pêk bîne

Serokê Berê yê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî di 28'ê Mijdara 2015'an de ku ji bo parastina şûnwarên dîrokî daxuaynî belav dikir, li ber Mîareya Çar Ling ku li nav Sûrên Diyarbekirê ye hatibû kuştin.